14 Baro daxuyanî dan: Divê daraz nebe şirîkê linçkirina medya dîjîtal 2024-07-27 23:31:53   NAVENDA NÛÇEYAN - 14 baro bertek nîşanî biryarên girtinê yên ji ber gerandina govendê tên kirin dan û gotin: “Divê daraz mafên bingehîn û azadiyan biparêze û bi helwesta parastina azadiyan, nebe şîrîkên linçkirinên ser medya dîjîtal.   Bertekên ji ber gerandina govendê yên piştî parvekirinên ser hesabên medya dîjîtal hatine kirin didomin. 14 baro daxuyaniya nivîskî dan û gotin: “Divê daraz nebe şirîkê lînçkirina ser medya dîjîtal.” Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hat dîtin ku li Mêrsînê ciwanên govend gerandine hatin binçavkirin piştre li Sêrt, Agirî û Stenbolê welatiyên govendê digerînin tên binçavkirin, rastî muameleya xirab tên, hinekî wan hatin girtin. Dema mijar dibe kurd helwesta dewletê ya bi polîtîkayên ewlehiyê û helwesta binçavkirin û girtinê ya darazê dikeve dewrê û ev yek nayê qebûlkirin. Tu cihê van binçavkirin û girtinan di dewletekî demokratîk a hiqûqê de nîn e. Divê daraz bi helwesta parastina mafan rabe, nebe şirîkê lînçkirina ser hesabên medyayê tên kirin.” DI ÇARÇOVEYA MAFÊ XWE ÎFADEKIRINÊ DE YE Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gel stranên kurdî gerandina govendê di çarçoveyeya mafê xwe îfadekirinê de ye û hat gotin ku divê kesên hatine binçavkirin û girtin werin berdan. Baroyên di daxuyaniyê de îmzeyên wan hene ev in: “Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê Baroya Êlihê, Baroya Çewligê, Baroya Bedlîsê, Baroya Dêrsimê, Baroya Colemêrgê, Baroya Qersê , Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Wanê”