Zana: Sînorên kurdan nedin zorê 2024-07-27 23:46:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Leyla Zana bertek nîşanî girtinan da û got: “Sînorên kurdan nedin zorê.”    Siyasetmedara kurd Leyla Zana bertek nîşanî girtinên ji ber gerandina govedê hatine kirin da.    Zana di peyama xwe ya ser hesaba xwe de parve kiriye wiha got: “Sînorên kurdan nedin zorê. Heke hûn bixwazin me bi stranan, bi dahol, zirne û dirûşman daxînin meydanan, em ê bi heskirin pêk bînin.”