Dayikên Aştiyê li dijî ‘dagirkerî û hevkariyê’ bi bertek in 2024-07-28 09:07:29   COLEMÊRG - Ji pêvajoyên şer û pevçûnan herî zêde Dayikên Aştiyê bi bandor dibin. Dayikan bertek nîşanî êrişên dawî yên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê tên kirin dan.    Êrişên Tirkiyeyê yên di meha tîrmehê de li dijî navçeya Amediyê ya Dihokê dest pê kirin, didomin. Tirkiye bi hevkariya PDK’ê sewqiyata leşkerî dike, noqteyên kontrola didane û baregehan ava dike. Ji ber êrişên hewayî û bejahî gelek gund hatin valakirin. Dayikên Aştiyê yên ji şer û pevçûnan herî zêde bi bandor dibin li dijî vê rewşê bi bertek  in. Dayikên Aştiyê yên navçeya Gevera Colemêrgê dijîn rola PDK’ê ya di van êrişan de wekî “xiyanet” pênase kirin.    ‘HEKE YEKITÎ HEBE DÊ ŞER BI DAWÎ BE’   Dayika Aştiyê Gulşen Yilmaz xwest êrişên hatine despêkirin bi dawî bibin û rawşa PDK’ê wek îxanetê pênase kir. Yilmaz da zanîn ku êriş dibin sedema koçkirina ciwanan û ev tişt anî ziman: “Ma em ê heya kengî vê zilmê bijîn? Bila êdî ev xwîn bisekine. Bila ciwanên me neçarî terikandina axa xwe nebin.”    Yilmaz, da zanîn ku ew ê  ji bo axa xwe têbikoşin û axaftina xwe wiha domand: “Heke her kesek li dijî şer bibe yek dê şer bi dawî bibe. Divê hikûmeta Barzanî demildest dest ji vê xiyanetê berde û ji xeletiyê paş de vegere. Heke ev xiyanet bidome dê tu kes qebûl neke û ji bîr neke. Em ê li dijî îxanetê têkoşîna yekitiyê bidomînin.    ‘PDK ÎXANETÊ LI NIRXÊN KURDAN DIKE’   Dayika Aştiyê Emîne Engudar da zanîn ku PDK ji berê heya niha di xeta îxanetê de cih girtiye û wiha axivî: “Barzanî û hikûmeta PDK’ê bi awyekî eşkere polîtîkayên dijminatiya kurdan dide meşandin. PDK’ê tê bêjî qey hemû axa li Herêma Federe ya Kurdistanê firotiye. Bi awayekî eşkere ser kurdan bazirgahiyê dikin. Em vê îxanetê qebûl nakin.”    Engudar, destnîşan kir ku li şûna şer divê aştî were axaftin û got: “Tu xêra polîtîkayên şer ji kesê re nîn in. Şer ji mirin û êşê bêhtir tiştekî din nîn e. Ma qey Barzanî ji vê xiyatenê şerm nake. Îro tişta li serê kurdan tîne dê sibê bi zêdetirîn were serê wî. Dê dawiya hikûmeta Barzanî wekî hikûmeta Sedam be. Yek wekî Sedam jî ewqas dijminatiya kurdan nekir. Tu hêzekî dijminane wekî hikûmeta PDK’ê îxanet li gelê kurd nekir.”    Engudar gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên PDK’ê, ciwanên me yên xwe dispêrin wan deran qetil dike. Tu sûcê Denîz Bulbun hebû ku wî qetil kirin. Ew ji ber kurdbûna xwe hate qetilkirin. Heya niha dehan kurd, bi hevkariya hikûmeta PDK’ê hatin qetilkirin. Şirîkê vî şerê qirêj Barzanî ye. Çi ji destê min were ji bo dawîkirina vî şerê qirêj dê bikim. Banga min li gelê  kurd, tirk, ereb, faris … hemû gelan e; em vî şerê qirêj qebûl nekin û li hember bisekinin.”