Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike 2024-07-28 09:16:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bêrîtan Zagros destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê bi Tirkiyeyê re girê bide û bal kişand ser rola PDK’ê ya di vê plansaziyê de.    Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê didomîne. Zextên ji salên 1980’yan ber bi îro ve dom dikin, di sala 2021’an de derbasî konaxekî nû bû. Tirkiye di êrişên demên dawî de hewl dide di herêmê de mayînde bibe. Di vê çarçoveyê de heya îro bi dehan baregehên leşkerî ava kirin. Piştî ku êrişên xwe yên li Amediyê dane destpêkirin, dest bi avakirina nuqteyên kontrolê kirin.   GAV BI GAV ‘DAGIRKERÎ’   Rojnameger Berîtan Zagros a geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne têkildarî rewşa dawî ya herêmê axivî. Zagros anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê nû nîn in û wiha got: “Li dijî PKK’ê bi dewleta Iraqê re peymanek îmze kirin. Bi vê peymanê destûra 5 kîlometreyan derbasbûna sînor dane Tirkiyeyê. Tirkiye vê peymanê kire fersendek, sînor derbas kir û gelek baregehên leşkerî ava kir. Di herêma Metînayê baregehên leşkeri bi destê PDK’ê hatin avakirin. Li Bamernayê baregehên helîkopteran ava kirin, perwerdeyên leşkeri hatin dayîn, hêj jî perwerde dom dikin. Tirkiye herêmê dike herêmekî paramîlîter.”    ‘HERÊM VEGUHERANDIN DOJEHÊ’   Zagros destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û Tirkiye herêmê “veguherandin dojehê” û wiha axivî: “Derketina holê ya DAIŞ’ê ya sala 2011’an jî bi destê van hêzan çêbû. Hêj jî Tirkiye çeteyên wekî DAIŞ’ê tîne li herêmê. Îran jî bi komên şiiyan li vê derê xwe zindî kir. Di êrişên li dijî PKK’ê tên meşandin de Tirkiye rola hespê Trûvayê girt ser xwe, ji bo sunnî bibin xwedî hêz, xebatên xwe dane meşandin. Tirkiye bi komên çeteyan herêmê dagir dike. Vê yekê ne tenê li Iraq û Sûriyeyê dike, em dibînin ku li Lîbya û welatên Asyayê jî dike.”    ‘BI PIŞTGIRIYA PDK’Ê ÊRIŞ BERFIREH BÛN’   Zagros diyar kir ku PDK’ê di êrişên li dijî herêmê tên kirin de rolekî mezin rabû û axaftina xwe wiha domand: “Berî niha jî gelek çekên giran û kîmyewî hatin bikaranîn. Hilweşîna ekolojik ya li herêmê zêde bû lê belê dîsa jî serkeftina dixwestin bi dest nexistin. Di rola xiyanetê ya PDK’ê êrişên dagirkeriyê berfireh bûn.”     ‘PDK Û MÎT GEFAN LI GEL DIXWIN’   Zagros bi bîr xist ku kurd li dijî hevkariya PDK’ê ji êrişên Tirkiyeyê bi bertek in û wiha dom kir: “Zextên bi salan ên PDK’ê nahêle îradeya gel derkeve holê. Berî niha jî li Şeladizê bertekekî mezin derket holê û ev rih hêj jî zindî ye. PDK li vê derê polîtîkayên şerê taybet dide meşandin. Taybetî jî MÎT û PDK gefan li rexnegiram dixwin. Pêşengên gel jî di nava van kesan de cih digirin. Li başûr polîtîkayên muhtackirinê tên meşandin û tim rojeva gel tê guherandin. Mûçe bi derengî  tên dayîn, gel bi birçîbûnê tê şîretkirin. Bertek hene lê belê ev bertek ne di asta serhildanekî ne.”   ‘DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ RABIN’   Zagros di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku PDK’ê heya îro gotina “netewbûnê” wek çekekê bikar anî, di demên dawî de ev rewş ji hêla kurdan eşkere bû û wiha derbirî: “Kurd êdî Erdogan nas dikin. Tirkiye dixwaze bêyî ku Erdogan biçe, şolên xwe yên qirêj bide kirin. Erdogan jî vê yekê ji xwe re dike fersend û difikire ku destê Tirkiyeyê dê bi vê dagirkeriyê xurttir bibe. Divê hezên demokrasiyê li dijî vê plansaziyê derkevin. AKP dixwaze Başur girêdayî Tirkiyeyê bike. Şewqa Ala Tirkiyeyê ya berê dane kelehê, nivîsa ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ ya di têketina Amediyê de... Ev tişt plansaziyên wan bi aşkerayî derdixin holê. Me êrişên Tirkiyeyê li Efrînê dîtin, kurdan ji wê derê derxistin. Divê li Bakurê Kurdistanê jî bertekekî mezin derkeve holê. Heke bertekekî xurt li dijî dagirkirina vê derê derkeve holê dê dagirkerî bi dawî bibe. Me di dîroka berxwedana kurdan de vê yekê dît û em di astekî ku dikarin bi vî awayî bi ser bikevin de ne.”