‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’ 2024-07-28 11:24:49   STENBOL - Xebatkara MKM’ê Dîlan Suyu bertek nîşanî binçavkirin û girtina kesên govendê digerînin û dirûşman berz dikin da û wiha got: “Banga min ji bo kurdan ew e ku li her devera lê ne bila govendê bigerînin û dirûşman berz bikin.”    Piştî hedefnîşandana li ser medyaya dijîtal, li Mêrsînê 9 ciwanên li ber stranên kurdî govend digerandin hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de strana “Ez bimrim Tirkiye” pê dan guhdarîkirin û piştre hatin girtin. Hêj bertekên li dijî vê didomiyan ku îcar li Bazîd a Agiriyê, li Misirc a Sêrtê û li Stenbolê gelek kesên li ber stranên kurdî govend digerandin hatin binçavkirin û girtin.    Gelek derdorên cuda bertek nîşanî van girtin û binçavkirinan dan. Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Dîlan Suyu bang li hemû kurdan kir ku li her qada lê ne govendê bigerînin û dirûşman berz bikin.    'BI MILYONAN KESAN GOTIN BIJÎ SEROK APO’   Suyu, diyar kir ku ji berê heta niha çanda kurdî di hedefa îtkîdaran de ye û wiha got: “Ev êriş, di demên dawî de bi awayekî sîstematîk tên kirin. Îktîdareke ku êdî tehemûla govendgerandina kurdan jî nake heye. Ev sepan bi sala ye hene. Di salên berê de bi ser dawetên kurdan de digirtin û bi îşkenceyê binçav dikirin. Niha jî heman tişt tên kirin. Lê em baş bi vê dizanin, tu bandora vê polîtîkaya bêzarkirinê li ser me nîne.”   Bi domdarî Suyu destnîşan kir ku hem Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hem Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hem jî Dadgeha Bilind biryar dane ku dirûşma “Bijî Serok Apo” sûc nîne. Suyu, wiha domand: “Lewma ev girtine derhiqûqî ne. Her tim kurdan weke talûke dibînin. Ev ne dirûşmeke nû ye. Li qadên Newrozê bi milyonan kurd bi yek dengî berz dikin û li ber govendê digerînin.”    Suyu, bi bîr xist ku di dema binçavkirinên li Mêrsînê de strana “Ez bimrim Tirkiye” ku Mûstafa Yildizdogan muzîka wê ji strana “Dayê Dayê” ya Koma Dengê Qamişloyê diziye bi ciwanan dane guhdarîkirin û wiha pê de çû: “Bi strana ji kurdan dizîn re îşkenceya psîkolojîk li kurdan dikin. NÇM’ê di demên berê de projeya ‘Şahiya Stranan’ dabû desptêkirin. Vê projeyê vedigot bê ka stran-muzîkên kurdî çawa ji hêla hunermendên tirk ve hatine dizîn. Muzîka strana ‘Ez bimrim Tirkiye’ ya strana ‘Dayê dayê’ ye. Anku bi stranên kurdan îşkenceya psîkolojîk li wan dikin.”    ‘DIVÊ GOVENDÊ BIGERÎNIN Û DIRÛŞMAN BERZ BIKIN’    Suyu, xwest ku li dijî zextên ser çanda kurdî divê hemû ciwanan li her qada lê dimînin govendan bigerînin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê gelê kurd li dijî van polîtîkayên zextê li her derê govendê bikin, dirûşman berz bikin. Em ê çanda xwe bi govend û tililiyên xwe bidomînin.”    MA / Ferdî Bayram