Xizmên girtiyan: Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome 2024-07-28 15:53:24   STENBOL - Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Çalakvanan xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û gotin ku heta binpêkirin bi dawî dibin dê çalakiya xwe bidomînin.    Xizmên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Dayikên Aştiyê, rêveberêm rêxistinên bajar û navçeyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî tecrîdê bişikîne û deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Girseyê dirûşmên “Gelê kurd serî natewîne”, “Hezar silav ji rêhevalên li girtîgehan re”, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.    Hevserokê MATUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol di daxuyaniyê de got ku heta tecrîd û binpêkirinên li dijî girtiyan bi dawî dibin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Erol, wiha got: “Ji ber tecrîd û zextên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, em her hefteyê vê çalakiyê li dar dixin. Em ê tu caran van binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qebûl nekin. Em dixwazin tevahiya gelê me dengê me bibihîse û bi hestiyarî nêz bibe.”    Çalakvanan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Çalakî bi çepikan bi dawî bû.