ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-29 09:00:15 * Hevserokê DBP’ê yê Êlihê Resûl Çetîn ê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê re da û wiha got: “Divê gelê Başûr înîsiyatîf bigire û berteka xwe nîşan bide. PDK ji bo gelê kurd tenê kujerê xwişk û bira ye.”   * Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ê bertek nîşanî lêgerîna madenê ya li Zozanên Hasandîn ên Pasûrê da, wiha got: “Em ê destûrê nedin ku şîrketek were vê derê.”   * Projeya otopark û eywana dawetê ku Şaredariya Şirnexê ya AKP’î 2 salan propagandaya wê kir, di nivî de hate hiştin û bêyî were temamkirin hate bidawîkirin.   * Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica diyar kir ku rapora Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di rapora xwe ya têkildarî dewleta tirk de nîşan daye ku CPT li gorî standartên navneteweyî tevnegeriyaye û wiha got: “Tişta ku em li bendê bûn CPT bibêje, NY’ê got.”   * Xizmên girtiyan dê li Amed û Edeneyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00-16.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Hatayê tev li çendek çalakiyan bibe. (13.00-19.00) ZINDÎ   * * TJA dê têkildarî girtin û binçavkirinên ji ber govenda kurdî hatine kirin, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxuyaniyê bide. (18.00)   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Stenbolê hatiye destpêkirin bidome. (20.00-22.00)