Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye 2024-07-29 10:33:13   WAN - Xwendekarên dibistana amadehî yê li Wanê nivîsên bi kurdî bi boyaxê reşkirî û nivîsa “Tirkiye tirk e, dê tirk bimîne” nivîsandî, diyar kir ku beriya êrişê bike “fikra” polîsê TEM’ê û parêzar jê pirsî ye.    Demek berê kes/kesên nasnameya wan nediyar li Wanê nivîsa bi kurdî ya “Pêşî Peya” ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser cadeyan nivîsandibû jê bir û nivîsa “Tirkiye tirk e dê tirk bimîne” nivîsand. Rojnameger Rûşen Takva bi xendekarê dibistana amadehî M.A. re ku tê gotin wî ev êrişa nîjadperest kiriye re axivî. Di nûçeyê de tê gotin ku ev kes beriya vê êrişê bike ji ewil bi polîsê TEM’ê û parêzerê xwe re hevdîtin kiriye.    POLÎSÎ RÊ NÎŞAN DAYE    M.A., da zanîn ku beriya vê êrişê bike li Wanê ji parêzerekî agahiyên hiqûqî girtiye û çendek roj berê plana xwe bi polîsekê TEM’ê re parve kiriye. M.A., îdia kir ku polîsê behsa xeberê jê re gotiye; “Hişyar be, heke tu werî girtin dê tiştek nebe lê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dibe ku hinek serê te biêşîne.”    Bi domdarî M.A. got ku eleqeya wî ji bo siyasetmedarên koma nîjadperest a ulkucuyan heye û piştî bûyerê polîs çûne mala wan. M.A., wiha domand: “Ji min re gotin ku polîs dê ji min re pirsgirêkê dernexînin, vê yekê ji bo pêşaniyê dikin, heke tenê carekê neyêm Wanê jî dikarin ji bo îfadeyê li Stenbolê qereqolekê eyar bikin û heke biçim Wanê jî tenê dê îfadeyê bidim. Heta ji min re gotin ku dê bibin alîkar. Jixwe çendek ji wan polîsan nas bûn.”    M.A., da zanîn ku polîsan jê re gotine; “Netirse tiştek nîne. Ez hestên te yên neteweyî fêm dikim, te baş kiriye. Xwîna te ya germ e lê ev tişt li Rojhilat nayên kirin. Bi qasî ji dest tê em ê ji te re bibin alîkar.”    PARÊZER JÎ RÊ NÎŞAN DAYE   Di berdewamê de M.A. destnîşan kir ku beriya êrişê bike bi parêzerê xwe re hevdîtin kiriye û parêzer jê re gotiye; “Herî zêde dê ji zirardayîna malê cemaweriyê ceza li te bê birîn. Ji ber ku boyaxa spreyê jê diçe, ji wê jî em ê sedemên ceza sivik dike pêşkeş bikin. Heke dîsa jî dirêj bikin em ê serî li AYM’ê bidin û li wir jî dema me xala 3’yemîn a Destûra Bingehîn pêşkeş kir, dê di dozê de bi ser kevin.”    M.A., wiha domand: “Piştî gotinên parêzer, min plana xwe bi nasekî xwe yê li TEM’ê re parve kir. Ji min re got ku divê pir bi hişyarî tevbigerim, heke bêm girtin dê tiştek bi min neyê lê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê hinek serê min biêşîne.”    MAMOSTEYA WÎ BIRIYA TEM’Ê   M.A., naskirina xwe ya polîsê TEM’ê jî wiha vegot: “Li Navendeke Etûtê mamosteyeka min heye ku naxwazin navê wê bidim heye. Hevjînê wê yekser li TEM’ê dixebite. Rojekê ez birim Midûriyeta Şaxa TEM’ê. Li wir ji hevalê xwe re ji bo min got pir biaqil e û tiştên bikarim bikim jê re vegot. Li wir ez bi payebilindekî TEM’ê dam naskirin. Min hejmara wî filan hilgirt û car bi car pê re hevdîtinê dikim. Anku bi rêya mamosteya min a dersa taybet me hev nas kir.”