Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike 2024-07-29 10:34:38   WAN - Welatiyên Wanî yên bertek nîşanî êrişên ser Herêma Federe ya Kurdistanê dane, diyar kirin ku PDK axa Kurdistanê peşkeş dike.    Tirkiye bi hevkariya PDK’ê gelek qadên li Herêma Federe ya Kurdistanê ji bejahî û hewayê bombebaran dike. Taybetî jî li çolterên navçeya Amediyê ya Dihokê sewqiyatekî mezin a leşkerî tê kirin, ji ber êrişan gelek gundî, neçarê terikandina axa xwe dibin. Welatiyên li Wanê dijîn bertek nîşanî êrişên dan.    ‘PDK DÊ BI ŞERMEZARIYÊ WERE BÎRANÎN’   Ahmet Mete bertek nîşanî hevkariya PDK’ê da, diyar kir ku malbata Barzanî li gorî berjewendiyên  malbatî tevdigere û ev tişt gotin: “PDK di nava xiyanetê de ye. Sedema negihaştina azadiyê ya têkoşîna Qazî Muhammed a li dijî Îranê dabû meşandin jî PDK ye. Ez tu caran bawer nakim ku dê PDK dest ji vê feraseta xwe berde. PDK îro jî di nav xiyanetekî mezin de ye. Zimanê min nagere ku ez bêjim PDK’ê ‘kurd’ e. Îro ji bo berjewendiyên malbata xwe axa Kurdistanê pêşkeşî Tirkiyeyê dike. PDK dê di dîroka kurdan de tim bi şermezariyê were bîranîn.”    Celal Bartû da zanîn ku PDK hevkariya xwe ya di êrişên dawî de nîşan daye ku ew dijminatiya kurdan dike û ev tişt gotin: “Dema em li dîroka kurdan dinêrin PDK’ê tim xiyanetê kiriye. Em îro jî ji wan xiyanetan yekê dijîn. Ez bawer nakim ku dê PDK ji şaşiyê vegere. Divê kurdên li Başurê Kurdistanê li hemberî PDK’ê xwedî helwest bin. Îro kurdên li Kurdistanê dijîn polîkayên şaş yên PDK’ê rexne dikin û şermezar dikin. Heke kurdên li Başur jî vê yekê bikin, dê di têkoşîna siyasî û civakî de partiyekî wekî PDK’ê namîne.”     ‘PDK ZIRARÊ DIDE YEKITIYÊ’   Alî Koklu destnîşan kir ku Tirkiye û PDK destkeftiyên kurdan hedef digirin û wiha axivî: “PDK ne partiyekî ku têkoşîna kurdan dide ye. Bi dewleta Tirkiyeyê re erdnîgariya Kurdistanê bombebaran dike, zirarê dide xwezayê û destkeftiyên kurdan. Tekane armanca PDK’ê heye, ew jî parastina berjewendiyên malbata xwe ye. Îro xiyaneta PDK’ê astengiya herî mezin a li pêşiya avakirina yekitiya neteweyî ya kurdan e. Heke PDK bi haman awayî polîkayan bide meşandin, dê di bîra kurdan de wek ‘xiyanetvan’ were bîranîn.”    Mehmet Şiyar (65) bi bîr xist ku armanca PDK’ê ne têkoşîna azadiyê ya kurdan e û ev tişt gotin: “Malbata Barzanî di Başûrê Kurdistanê de avakirinek çêkiriye, nirxên li wê derê ji bo xwe bikar tîne. PDK ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî tevdigere. Ez bang li PDK’ê dikim; ji vê xeletiya ku hûn tê de ne demildest vegerin. Heke PDK bi vî awayî bidomîne dê bi destê xwe dawiya xwe bîne.”    ‘BERSIVAN HERÎ XURT DÊ KURD BIDIN’    Îhsan Gezer banga “Demildest ji xeletiyê veger” ji PDK’ê kiriye wiha axivî: “Heke PDK bi vî awayî bidomîne dê tu qîmeta wan li cem kurdan nemîne. Têkoşîna azadiyê ya kurdan jî ne di xema PDK’ê de ye. Daxwaza me ji PDK’ê ew e ku bila li cem yên ji bo Kurdistanê têdikoşin bisekine.”    Mûstafa Adiyaman jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê da û ev tişt anî ziman: “Tirkiye îro hewl dide bi hevkariya PDK'ê, axên Kurdistanê dagir bike. Di diroka kîjan civakan de xiyanetekî wiha heye. PDK’ê xiyanetê li kurdan dike. Dê bersiva herî xurt jî kurd bidin PDK’ê. PDK îro di demên xwe yên dawî dijî. Ez bawer im ku divê kurd li hember xeletiyên PDK’ê bin û divê bertekên xwe nîşan bidin. Ez bang li PDK’ê dikim ku demildest ji vê xeletiya xwe vegere.”