Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît 2024-07-29 16:49:01 ENQERE - 2’yemîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind dozekî dest ji hev berdanê lêkolîn kiriye tundiya zilam û parvekirinên jinê yên ser medya dîjîtal hatine kirin wek “biqusuriya wekhev” dît.   Jineke ku li Sêwasê dijiya bi sedemên “biçûkxistin, kirinên rûmetê biçûk dixin, tundiya fîzîkî, lêdana di nava kolanê de û bi erebeyê ve ecikandinê” doza dest ji hev berdanê ji zilamê pê re zewicîbû vekir. Jin di serlêdana kiriye de daxwaza tezmînatê kir.    Mêr jî bi hinceta ku dîmenên ew jî tê de ye bi ser hesabên medya dîjîtal hatiye kiriye gilî kir. Zilam di serlêdana kiriye de anî ziman ku di parvekirinên hatine kirin de şîroveyên naveroka xwe ve zayendî ne hatine kirin û xwest dadgeh biryara cudakirinê bide û tezmînat jê re were razandin.     2’yemîn Dadgeha Malbatê ya Sêwasê zilamê tundî kiriye û jina dîmenên tundiyê parve kiriye “qusurên wekhev” dît. Dadgeh biryara cudakirinê da û daxwazên tezmînatê yên her du aliyan red kir. 2’yemîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind a Kayseriyê daxwaza îstînafê red kir. Daîreya 2’yemîna Hiqûqê ya Dedgeha Bilind jî biryar erê kir.    Daîreyê Hiqûqê bi yekitiya dengan biryarê da û di biryarê de hat gotin ku di daxwaznameya temyîzê ya hatiye dayîn de sedemên hatine gotin têrî xerakirina biryarê nakin.