Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir 2024-07-29 21:44:41   HATAY - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Hatayê bi mexdûrên “Qanûna Qada Rezervê” re civiya, hişyariya “Hewl nedin avahiyên nikarin xwe li ber erdhejê bigirin ava bikin” kir û ji bo avakirina avahiyên nû pêşniyar kir ku “şandeyeke serbixwe û kontrolkirinê” bê avakirin.   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tulay Hatimoğulları di çarçoveya kampanyaya "Nan û Edaletê" de li navçeya Defne ya Hatayê bi mexdûrên “Qanûna Qada Rezerve” re civiya. Di civîna ku li Parka Abdûllah Comert pêk hat de Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsîn, Edene, Hatayê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civîna ku jinan û ciwanan eleqeyeke zêde nîşan da de ewilî Hatîmogûllari axivî.    Hatîmogûllari, diyar kir ku di erdhejê de terkî mirinê û tenêbûnê hatin kirin û qala pêvajoya erdhejê kir.      ‘DIVÊ MÛRAT KÛRÛM LI PIŞT GOTINA XWE BISEKINE’    Hatîmogûllari ya da zanîn ku bi kampanyaya “Nan û Edaletê” re ew li dijî xizanî, bêkarî û bêhêviyê têdikoşin, anî ziman ku xizanî li qada erdhejê zêde bûye û wiha got: “Kampanya me ji aliyekî ve kampanya nan e, li aliyê din jî li dijî neheqiya li vî welatî zêde dibe, em dixwazin li her qadê li dijî neheqiyê têkoşîneke xurt bimeşînin. Di vê kampanyayê de ku wê demeke dirêj dewam bike, em ê bi hemû mexdûran û hemû mirovên pirsgirêkên wan hene re li tevahiya Tirkiyeyê bicivin. Mijara sereke ya îro qada rezervê ya ku bêedaletî lê gelek kûr e. Dema hate îlankirin li taxên Antakya, Defne û Samandagê meş, xebat û mitîngên xurt hatin kirin. Herî dawî Mûrat Kûrûm hate vir û got ku ‘heke gel nevê em jî qadên rezervê îlan nakin’. Min di komcivînê de ev bang kir, ez careke din dikim; divê Mûrat Kûrûm li pişt gotina xwe bisekine. Heke gel qada rezervê nevê hûn jî îlan nakin. Îro li Gultepe û Akevlerê tê xwestin ku biryara hilweşînê têxin meriyetê. Dibêjin di nava sê rojan de vir vala bikin. Ev ne tişteke ku were qebûlkirin e. Qada rezervê ew e ku axa me li gorî serê xwe îstîmlaq dikin.”   ‘EM MIRINÊN NÛ NAXWAZIN’   Hatîmogûllari ya bang li desthilatê kir û hişyarî kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev karên ku we dane fîrma û taşeronên alîgir divê bi kontrolkirineke saxlem re derbas bibe. Dibe ku jiyana mirovan ji bo we bêqiymet be. Ji bo me canê moriyekê jî bi qiymet e. Canê herkesê bi qiymet e. Em ji vir careke din hişyar dikin: Hewl nedin avahiyên nikarin xwe li ber erdhejê bigirin ava bikin. Her wiha em ji vir pêşniyar dikin ku şandeyeke serbixwe û kontrolkirinê bê avakirin. Divê di nava vê şandeyê de rêveberiyên herêmî û şaredarî cih bigirin. Ya herî girîng jî divê ji rêxistinên pîşeyî odeya endezyariyê ku qada wan a pispor e kes cih bigirin. Em di erdhejên nû de mirinan naxwazin.”    Civîn bilêvkirina pirsên mexdûrên erdhejan û daxwazên wan bi dawî bû.