Stranbêjên dawetê hatin girtin 2024-07-29 21:54:02   COLEMÊRG - Stranbêjên herêmî yên li dawetê stranên kurdî gotin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.    Polîsên dewleta tirk li navenda Colemêrgê bi ser sê dawetên li taxên cuda de girtin. Polîsan, bi hinceta “stranên siyasî tên gotin” stranbêj, xebatkarên şîrketa produksiyonê yên dîmenên dawetê dikişandin û xwediyên dawetan de jî di nav de gelek kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” binçav kirin. Di saetên serê sibê de kameramanên ku dîmen dikişandin jî gazî îfadeyê hatin kirin.    Ji 7 kesên ku li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê îfadeyên wan hatin wergirtin, xwediyê dawetê K.D. û kameramanên ku dîmen dikişandin hatin berdan û endamên koma muzîkê ya “Koma Ozgun” jî ji bo îfadeyên wan bên wergirtin sewqî edliyeyê hatin kirin.    Dozgeriyê endamên komê N.T., B.Û., Î.A. û A.O.T. bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Colemêrgê kirin. Endamên komê N.T., B.Û., Î.A. û A.O.T. bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê” kirine hatin girtin.