Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê 2024-07-29 22:28:05   STENBOL - Girseya ku di nobeta qeyûm a li Şîşhaneyê de govend gerand, êrişên li dijî çand û zimanê kurdî şermezar kir.    Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dane destpêkirin di roja 48’emîn de berdewam kir.  Di nobeta ku tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe hatin kirin de, pankarta “Li ber xwe bide Colemêrg Stenbol bi te re ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Bijî xwişk û biratiya gelan” û “Kurdistan dê li faşîzmê bibe goristan” hatin berzkirin. Di nobetê de dowîzên ku bi kurdî, ingilîzî, erebî û tirkî li ser “qeyûm bicihime” dinivîsî hatin hilgirtin. Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclisa Jinan a Sosyalîstan (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.    ‘HEWL DIDIN KU GOVENDÊ JÎ QEDEXE BIKIN’     Hevserokê DEM Partiyê yê Beyoglûyê Mehmet Sadik Yilmaz ê di nobetê de axivî, destnîşan kir ku bi girtinên gerandina govendê li dijî manîpulekirina raya giştî operasyon tê lidarxistin. Yilmaz, destnîşan kir ku hewl didin gerandina govendê jî bê qedexekirin û bi lêv kir ku dê li dijî polîtîkayên qeyûm û êrişan ên desthilata AKP’ê û MHP’ê bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin.   Piştî axaftinê kesên tev li nobetê bûn, girtinên ji ber gerandina govendê çêbûn, bi gerandina govendê şermezar kirin. Girseya ku bi coşeke mezin govend gerand, bi çepik û dirûşmeyan çalakiya xwe ya nobetê bi dawî kir.