Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e 2024-07-30 15:04:57   ÊLIH - Şaredariya Êlihê Loqenteya Gel vekir. Li loqenteyê 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan tên dayin.    Şaredariya Êlihê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, li hemberî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Loqenteya Gel vekir. Gelek rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî tev li vekirina loqenteyê bûn.    DÊ SIBE LOQENTEYA DUYEMÎN WERE VEKIRIN   Hevşaredar Gulistan Sonuk di vekirina loqenteyê de axivî û got ku armanca wan a ji vekirina loqenteyê ya li pêşiya nexweşxaneyê ew e ku xizmên nexweşan jê sûd bigirin. Sonuk, anî ziman kul dê xebatên wan şaredarvaniya civakî bidome û sibe dê loqenteya duyemîn vekin.    TÊKILDARÎ LOQENTEYA GEL   Kapasîteya lonqenteyê ji bo 200 kesa ye û di nava rojên mesaiyê de ji saet 12.00’ê heta 19.00’ê dê xizmetê bidin. 3 cureyên xwarinan dê bi 100 lîreyan bên firotin. Loqente dê di dawiya hefteyê û rojên betlaneya fermî de girtî bin.