'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’ 2024-07-30 16:46:50   ÊLIH - Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu diyar kir ku tevî rewşa rêya 4 kesan di qezayê de jiyana xwe ji dest dayî xistine rojeva Meclisê jî tu tevdîr nehatine girtin û got paşguhkirin heye.    Welatiyên bi navên Suleyman (45), Îlyas (35), Denhîr (3) û Sefa Oguz (5) dema li Herêma Pîşesaziya Organîze ya li Êlihê dixwestin derbasî aliyê din ê rêyê bibin wesayîtê lê dabû û her 4’an jî jiyana xwe ji dest dabûn. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî qezayê li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu, rêveberên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Songul Korkmaz got ku li herêma behsa xeberê her tim qeza çêdibin û ji ber sersariya Midûriyeta Giştî ya Rêbejê, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.    HIŞYARÎ GUHDARÎ NEKIRIN   Parlamenter Zeynep Oduncu jî anî ziman ku têkildarî devera qeza lê çêdibin hişyarî kirine û wiha pê de çû: “7 meh berê me xistibû rojeva Meclisê jî. Me got ku ev rê bûye rêya mirinê. Tevî parlamenterên bajar me pêşnûme da. Lê tevî hişyariyan jî tu tiştek nehate kirin. Rêyên îktîdara ku bi çêkirina rêyan pesnê xwe dide, veguherîne rêyên mirinê. Me xwest li vê herêma ku eywana dawetê lê heye serbihurok were çêkirin, bê ronîkirin û refûj were çêkirin. Lê bersivek nedan me. Di dawiya dawî de jî mirin çêbûn. Divê berpirsyarên van mirinan hesabê bidin. Em ê bûyerê bişopînin.”    'TU TIŞTEK BI QASÎ JIYANA MIROVAN BINIRXTIR NÎNE’    Hevşaredar Gulistan Sonuk jî anî ziman ku tevî hişyariyên wan jî ev rêye nehatiye çêkirin û wiha pê de çû: “Ev herêm nakeve ber qada şaredariyê lê em dikarin tevî midûriyeta rêbejê xebatekî bidin destpêkirin. Tu tiştek ji jiyana mirovan girîngtir nîne. Li wir dikare jorbihurok bê çêkirin, ew der bê ronîkirin û refuj were çêkirin. Ji bo êdî kesek nemire hewceye bizavek were kirin. Em careke din sersaxiyê ji bo malbata kesên jiyana xwe ji dest dane dixwazin.”    ÎKTÎDAR KETIYE PEY KESÊN GOVENDÊ DIGERÎNIN    Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk jî got ku îktîdar li pey kesên govendê digerînin ketiye lewma demê nabîne berpirsyartiyên xwe bi cih bîne. Tekîk, diyar kir ku dê li pêşberî hiqûqê hesabê bipirsin. Hevserokê DBP’ê yê Bajar Resûl Çetîn jî got ku ya hatiye jiyîn ne qeza lê cînayete û banga hestiyariyê kir.