Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da 2024-07-30 16:56:44 AMED - Li navçeya Bajarê Nû ya Amedê du malbatên ku xizmên hev bûn bi şer çûn. Di şer de jina bi navê Sidika Kaya jiyana xwe ji dest da.    Li semta Şehîtlîk a navçeya Bajarê Nû ya Amedê du malbatên ku xizmên hev bûn, ji ber erdî lihev nekirin û bi şer çûn. Di şer de ço û kevir hatin bikaranîn. Bi mezinbûna şer re çek hatin bikaranîn. Di şer de 6 kes bi çekê birîndar bûn. Piştî mudaxileya ewil a li cihê bûyerê, birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda.    Ji birîndaran Sidika Kaya jiyana xwe ji dest da. Tedawiya 2 jê giran 5 kesan jî berdewam e.    Şahidên bûyerê diyar kirin ku du malbatên cerdevan ji ber erdî lihev nekirine û bi şer çûne. Şahidan, da zanîn ku kesên di şer de çek bi kar anîn ji cihê bûyerê reviyane û di wesayîtên cihê bûyerê de gelek pere hebû.