ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN 2024-07-31 09:01:06   * Sual Seyfo Xelef ya ku esîr ket û di sala 2019'an de ji Qampa Holê hat rizgarkirin, niha li benda rizgarkirina keça xwe ya 12 salî ye.    * Kurdolog Nezîr Ocek ku der heqê rewşa kurdî ya Herêma Serhedê de axivî, destnîşan kir ku divê kurd şoreşekê di mêjiyê xwe de pêk bînin û wiha got: “Êdî zimanê dayikê nemaye, zimanê dapîrê maye. Dayik û bavên niha kurdî nîşanî zarokan nadin.”   * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku daraza ku kesên li ber stranên kurdî govend gerandin girt "tetîkkêşiya desthilatê" dike û got ku divê CHP dest ji kodên xwe yên damezirandinê berde û ji bo çareserkirina meseleya kurd gavina biavêje.    * Welatyên Wanî bertek nîşanî girtin û binçavkirinên ji ber govenda kurdî û jêbirina nivîsên bi kurdî dan û wiha gotin: "Ji govendên me jî ditirsin. Em ê li dijî vê ferasetê serê xwe metewînin.”   * Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê Alî Riza Bîlîr anî ziman ku gelê di ferqa qirkirina xweza û asîmîlasyonê de xwedî li mîhrîcanê derket û diyar kir ku mîhrîcanê ruhê piştevaniyê pêş xist.    * Muslum Guneş destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de bi darê zorê strana “Ez ê bimirim Tirkiyeya min" pê dane xwendin, dîmenên wî hatine qeydkirin û muameleya xerab a lê hatiye kirin vegot.   * Şaxa SES’ê ya Amedê dê têkildarî bûyerên jehrîbûnê yên li nexweşxaneyan, li pêşiya Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê daxuyaniyê bide. (12.00)   * Biryara darvekirinê ya rejîma Îranê ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî daye dê li Stenbol û Amedê were protestokirin. (12.30-13.00)   * Girtin û binçavkirinên ji ber govend û stranên kurdî dê li Enqere û Mêrsînê bên protestokirin.  (18.00-19.00)   * Nobeta li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhaneyê ya Beyoglû ya Stenbolê hatiye destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)