Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin 2024-07-31 10:50:10   RIHA - Li navçeya Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser navê Gulistan Dokûyê ya ji 5’ê çileya 2020’an ve tu agahî jê nayên girtin, tûrnûvaya futbolê li dar xist. Maça fînalê ya li Serêkaniyê hate lîstin. Rêxistina Dem Partiyê ya navçeyê, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tev li maça ku li sehaya xalîçe ya li navçeyê de hatiye lîstin, temaşe kirin.    Pankartên “Gulistan Dokû ku derê ye?”, “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser kevin”, “Govend berxwedan û têkoşîn e” hatin daliqandin. 16 tîmên futbolê di tûrnûvaya ku di 26’ê hezîranê de hatiye destpêkirin de ketin pêşbirkê û maça fînalê di navbera tîmên Şah Îletîşîm û Hello Bello hate lîstin. Şah Îletîşîmê di maça fînalê de bi encama 3-2 bi ser keft.    Piştî maça fînalê ji tîmên bi ser keftine re madalya û kupa hatin dayîn.