Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin 2024-07-31 11:26:35   ÊLIH - Şaredariya Êlihê nivîsên bi kurdî yên trafîkê ku ji bo hişyarkirina welatiyan hatibûn nivîsandin û piştre hatibûn jêbirin, dîsa nivîsand.    Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, ji bo pêşîlêgirtina qezayan û hişyarkirina welatiyan, li ser rêyan nivîsên bi kurdî yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû. Nivîsên bi kurdî, şevê din ji hêla komên Midûriyeta Giştî ya Rêbejê û polîsan ve hatibûn jêbirin.    Komên şaredariyê nivîsên bi kurdî yên li ser Cadeya Diyarbakirê bûn û hatibûn jêbirin dîsa nivîsand.