Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin 2024-07-31 21:45:26   MÊRSÎN - Li Mêrsînê êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî hatin şermezarkirin û peyama, “Wê her kes rastiya kurd, kurdî û Kurdistanê qebûl bike" hat dayîn.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê li dijî êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî li Parka Zarokên Azad a Akdenîzê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên bajêr û navçeya Mêrsînê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên bajêr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.   Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Mêrsînê Gazî Încî li Mêrsînê 10 ciwanên li ber stranên Kurdî govend gerandin hatibûn binçavkirin û girtin bi bîr xist û got: "Piştî vê bûyerê, bi hinceta ku di nava hefteyekê de yên li ber stranên Kurdî govend qerandine; li Sêrtê 2 jê zarok 4 jin hatin girtin û 2 jin jî cezayê hefsa malê dane wan. Li Agiriyê 6 kes hatin binçavkirin, li Colemêrgê ji ber di dawetekê de stranên Kurdî hatin gotin, xwediyê dawetê, mêvanên dawetê û muzîkjenên dawetê hatin binçavkirin. Ev binçavkirin û girtin êrîşa li dijî azadiya ramanê, destwerdana jiyana taybet û sûcê nirxên çandî ye.”   Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan jî diyar kir ku bi êrîşan re ziman û çanda Kurdî kirine hedef. Aşan anî ziman ku rejîma qesrê li 'Kurdên maqûl' digere û wiha axivî: "Dema ku em dibêjin Kurd û Kurdistan rastiya vî welatî ne, ew dibêjin 'Kurd wê bibin Kurdên ez dixwazim'. Ev çend roj in êrîşên sîstematîk berdewam dikin. Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye, welatê me Kurdistan e, wê her kes vê rastiyê qebûl bike."