Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin 2024-07-31 21:57:54   STENBOL- Di çalakiya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hat destpêkirin, peyama wê têkoşînê bilind bikin û hejmara şaredariyan zêde bikin hat dayîn.    Nobeda ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ku li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredaiya Colemêrgê da n destpêkirin, di roja 49'an de ye. Gelek nûnerên partiyên siyasî, sendika, sazî û dezgeh li Qada Şîşhane ya BEyoglûyê puştgieî dan çalakiyê. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên" Bicegim qeyûm" û "Bijî berxwedana Colemêrgê" hatin berzkirin.    Di çalakiyê de ewilî rojnamevana kurd Pexşan Ezîzî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat daliqandin hat bibîranîn û bertek nîşanî biryara darvekirinê hat dayîn.    Paşê Dayika Aştiyê Rehşan Dunar axivî. Dunarê bilêv kir ku mafê her mirovî û zimanê her mirovî heye û got: "Em ê zimanê xwe û çanda xwe tim biparêzin."    Hevseroka DEM Partî ya Bagcilarê Emîn Ang jî bilêv kir ku ew ê têkoşînê bilind bikin û hejmara şaredariyên xwe zede bikin.   Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.