Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin 2024-08-01 10:31:42   COLEMÊRG - Ciwanên li Geverê ji hêla polîsan ve hatibûn binçavkirin, hatin îşkencekirin. Ciwan, li devereke dûrî navenda navçeyê û li noqteyên cuda bi awayekî derbkirî hatin dîtin.    Polîsên dewleta tirk şevê din li navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek tax dorpêç kirin. Di dema kontrolkirina nasnameyan a li Taxa Kişlayê de polîsan ciwanên bi navên U.Ş., R.T., C.O., A.Y., B.C., D.D., A.B. û M.S. binçav kirin. Malbat û parêzerên ciwanan serî li emniyetê dan û xwestin aqûbeta wan hîn bibin. Lê jê re hate gotin ku “tu kes ji hêla yekîneyên şaxa me ve nehatine binçavkirin û tu kes li cem me nîne.”    HATIN DERBKIRIN   Polîsan, saet derdora 03.30’ê ciwan li noqteyên bi kîlometreyan dûrî navenda navçeyê berdan. Ciwan, di dema binçavkirinê de hatin derbkrin. Ji ber derbkirinê, zirar gihişt perdeya guhê ciwanê bi navê R.T. Hat zanîn ku ji ber derbkirinê xwîn rijiyaye ser cil û bergên ciwanên bi navên U.Ş., B.C. û A.Y. lewma cilên wan jê hatine kirin û li deverên cuda hatine berdan.