Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan 2024-08-01 10:32:28   STENBOL - Berdevka SKM’ê ya Stenbolê Leyla Can û endama SKM’ê Dîlara Su Kalpak piştî cezayê pereyan lê hate birîn hatin berdan.    Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) ji bo protrestokirina qetilkirina 23 jinan a di meha tîrmehê de û qanûna qetilkirina sewalên kolanan, duh pankarta “Di tîrmehê de 23 jin hatin qetilkirin, faîlên wan sewalên kolanan nînin” bi Pira Sogutluçeşmeyê ve daliqandin. Piştî çalakiyê jî Berdevka SKM’ê ya Stenbolê Leyla Can û endama SKM’ê Dîlara Su Kalpak hatin binçavkirin û birin Midûriyeta emniyetê ya Îskele ya Kadikoyê.    CEZAYÊ PEREYAN DAN    Binçavkirî bi îdiaya “zirardayîna malê cemaweriyê” hatin sûcdarkirin. Di vê çarçoveyê de cezayê pereyan li Can û Su hate birîn. Can û Su jî bertek nîşan dan û ewraq îmze nekirin. Piştre jî li midûriyeta emniyetê hatin berdan.