2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin 2024-08-01 15:18:39   NAVENDA NÛÇEYAN - YPJ’ê 2 jin û zarokeke êzidî yên ji hêla DAIŞ’ê ve hatin revandin rizgar kir.    Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 2 jin û zarokeke di 3’yê tebaxa 2014’an de li Şengalê ji hêla DAIŞ’ê ve hatin revandin rizgar kir. Di daxuyaniya têkildarî mijarê hat gotin ku Ezîze Xalid Elî ya 25 salî li Kampa Holê, Tawaf Dawût Çeto yê 24 salî jî li ser sînorê Sûriye-Iraqê dema hewl dida xwe xelas bike hate rizgarkirin. Her wiha hat gotin ku zaroka bi navê Xunav ku dema DAIŞ’ê revandî 2 mehî bû jî li Kampa Holê hate rizgarkirin. Hat zanîn ku zarok Xunav li cem Ezîze Xalid Elî mezin bûye.    Berpirsa Mekteba Têkiliyan a YPJ'ê Lena Hisên Lena Hisên û Berdevka Ragihandinê ya YPJ’ê Rûken Cemal jinên hatin rizgarkirin pêşwazî kirin û ew pîroz kirin. Hisên, di pêşwazîkirinê de wiha got: “Yekîneyên me ji sala 2014’an heta niha bi hezaran jinên êzidî rizgar kirin. Bêguman weke YPJ’ê em parastina Şengalê û rizgarkirina jinên êzidî weke peywira xwe ya sereke dibînin û ev demekî dirêj e em hewl didin xwe bigihînin jinên êzidî. Ji bo bi sedan jinên aqûbeta wan nayê zanîn em bi hûr û kûr dixebitin.”    Rûken Cemal jî rizgarkirina jinên êzidî ya di salvegera komkujiya Şengalê de dê bibe mezintirîn tolhildana ji DAIŞ’ê.