Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 2024-08-01 23:03:04       STENBOL - Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 50’î de berdewam kir. Di nobetê de peyama, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” hat dayîn.   Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 50’î de berdewam kir.  Di nobeta ku tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe hatin kirin de, pankarta “Li ber xwe bide Colemêrg Stenbol bi te re ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Bijî xwişk û biratiya gelan” û “Kurdistan dê li faşîzmê bibe goristan” hatin berzkirin. Tevî gel, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên sendîka, sazî û rêxistinan jî beşdarî çalakiyê bûn.   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenlerê Yildiz Eren axiv. Eren anî ziman ku ew 50 roj in li dijî desteserkirinê li ber xwe didin û got: “Em ê heta dawiyê ji bo doza xwe ya rewa û mafdar li ber xwe bidin. Em ti carî polîtîkaya desteserkirinê qebûl nakin. Em polîtîkayên qirêj ên hikûmetê qebûl nakin.”