Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e! 2024-08-02 09:13:38   ŞIRNEX- Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ji ber ku tevlî çalakî û bernameyên partiya xwe bûye heta niha der heqê wî de bi dehan lêpirsîn hatine vekirin. Gungen diyar kir ku li Şirnexê ji xeynî DEM Partiyê ji her kesî re her tişt serbest e û got ku lê tevî hemû astengiyan jî ew ê dev ji tekoşîna xwe ya rewa bernedin.    Polîtîkayên ku ji salên 1990’î û vir ve li Şirnexê tên meşandin her tim berdewam in. Bajarê Şirnexê yê ku bi salan e bi polîtîkayên şerê taybet tê meşandin bi salan e bi pergala OHAL'ê ve tê birêvebirin. Li dijî van polîtîkayên şerê taybet, qirkirina xwezayê didome û her cureyê êriş û polîtîkayên li ser herêmê tên meşandin ji aliye Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê ve bi çalakiyan tê xwestin ku bêşermezarkirin. Lêbelê beriya her çalakiya ku DEM Partî dixwaze li herêmê li dar bixe ji aliyê Walitiya Şirnexê ve qedexe tê îlankirin, avahiyên wan tên dorpêçkirin û çalakiyên wan rastî êrişan tên. Di encamê de jî der barê DEM Partiyiyan de lêpirsîn tê vekirin. Di nava 4 mehan de der barê Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen de bi dehan lêpirsîn hatine vekirin û tevlîbûna wi ya her çalakiya partiya wi wekî sûc tê nîşandin. Gungen der barê mijarê de axivî.     'XEBATÊN HILBIJARTINÊ JÎ HATIN ASTENGKIRIN'   Abdullah Gungen anî ziman ku xebatên wan ê hilbijartinê jî ji aliyê polîsan ve tim hatine astengkirin û wiha axivî: "Weki her partiyeke siyasî rêznameyeke partiya me DEM Partiyê jî heye. Em li ser vê xetê, li gorî qanûn û hiqûqê çalakiyên xwe û bernameyên xwe li dar dixin. Em li gorî rêznameya xwe kar û xebatên xwe didin meşandin. Lê mixabin ew ferq û cudahiya di navbera partiya me û partiyên din ê siyasî de li berçava ye. Em kengî bixwazin ku daxuyaniyekî bidin, meşekê li dar bixin em rastî astengiyön polîsan û qedexeyên welatiyê tên. Ew cudahiya di navbera partiya me û partiyên din ê siyasî de li ber çavan e. Partiyên din çi qasî daxuyaniyan bidin, meş li dar bixin û çalakiyên cuda li dar bixin ji wan re pirsgirêkê dernaxînin. Lêbelê em weke DEM Partî rastî her cureyê êrişan û astengiyan tên. Heta ku di hilbijartinan de jî nahêlin ku em kar û xebatên xwe bidin meşandin."    'BI DEHAN LÊPIRSÎN HATIN VEKIRIN'   Gungen di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser qedexeyên walitiyê û got ku her xebateke wan tê îlegalîze kirin Û piştre jî der barê wan de lêpirsîn tê vekirin û got: "Heftiyek pêşiya her xebat û çalakiyên me Waliyê Şirnexê bi zanebûn ji bo astengkirina çalakiyê me di nava bajêr de qedexeyê radigihîne. Ev qedexeye jî hefteyekê yan jî 5 rojan didome. Ev qedexe bi temamî ji bo astengkirina xebatên me tê ragihandin. Lêbelê çi bibe bila bibe em ê di çarçoveya hiqûqê de kar û xebatên xwe bimeşînin. Di nava van 5 mehan de der barê min û hevalên me de bi dehan lêpirsîn hatin vekirin. Di encama van lêpirsînan de dema lêkolîn tê kirin ew bi xwe vala derdikevin. Bi temamî dixwazin ku xebatên me asteng bikin. Bi van kirinan dixwazin ku kar û xebatên me bidin sekinandin. Bi van lêpirsînan armanc dikin ku gav bi me bidin paş avêtin. Lêbelê ev lêpirsînên wan dê me netirsîne û dê pêşiya me nebe asteng. Lêpirsînên ku hatine vekirin jî heke ku di çarçoveya hiqûqê de bê lêkolîn kirin dê bê dîtin ku  ew bi xwe xwe dixapînin. Xebateke siyasî tu deran nayê îlegalîze kirin."   'HER GAVEKE ME LÊPIRSÎNEKE'   Gungen da zanîn ku li herêmê kar û xebatên her partiyê serbest e lê dema ku mijar dibe DEM Partî bi hinceta qedexeye tên astengkirin û rastî êrişan tên û got: "Partiyên din ê siyasî tevî qedexeya walitiyê jî dikarin li Şirnexê her çalakiyê li dar bixin. Lêbelê dema em dikin bi her awayî bajêr dorpêç dikin û heta ketin avahiya me jî li me tê qedexekirin. Bi van kirinan dixwazin ku têkiliya me û civakê qut bikin. Ev polîtikaye ne tenê ji hela walitiya Şirnexê yan jî rayedarên dewletê yê li vir ve tê meşandin, ev politikaya taybet yekser ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve tê meşandin. Li herêma me bikaranîna tiryakê, fuhuş, pişaftin pir zede bûye. Ji ber van polîtîkayan gelek ciwanan xwe kuştin. Rayedarên dewletê bi xwe jî vê dibinin lê pêşiya vê nagirin. Ji bo ku ciwanên kurd di nav xebatên siyasî de cih negirin hemû polîtîkayên xwe yên qirêj didin meşandin. Lê ji bo ronîkirin û parastina civakê ya ji van polîtîkayan çi pêwîst bike û çi xebat bikeve li ser milê me em ê bidin meşandin. Her gaveke me lêpirsîne lêbelê em ê li hemberî van polîtîkayan, astengiyan çûk nedanîn."    MA / Zeynep Durgut