'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye' 2024-08-02 09:26:40   STENBOL - Nûnerên SODAP û SYKP'ê diyar kirin ku rabûna li ber polîtîkayên şer û polîtîkayên dijberî kurdan ên desthilatê berpirsiyariyeke rêgezî ye û gotin: "Em dikarin bi xurtkirina têkoşîna li dijî êrişan pêşî li êrişan bigirin."    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê didomin û li gel vê bertekên li dijî van êrişan ku wekî "dagirkeriyê" tên binavkirin jî didomin. Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce û endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Jinûve Damzerandinê ya Sosyalîst (SYKP) Harûn Turgan der barê rojevê de axivîn.    Nûnerên SODAP û SYKP'ê diyar kirin ku rabûna li ber polîtîkayên şer û polîtîkayên dijberî kurdan ên desthilatê berpirsiyariyeke rêgezî ye û gotin: "Em dikarin bi xurtkirina têkoşîna li dijî êrişan pêşî li êrişan bigirin."  Fatma Înce   Berdevka SODAP’ê Fatma Înceyê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li hemberî kurdan û nefreta li ser beşên civakî dijî û wiha got: “Me bi taybetî di hilbijartinên herêmî de dît ku xizanî û buhabûn bûn cihê bertekeke çawa. Mirov dikare polîtîkaya şer a niha li herêmê berbelav dibe di vê çarçoveyê de rave bike. Dema em li medyaya alîgir dinêrin, hewl didin ku polîtîkayên şer wekî serkeftinekê bidin der û alîgirên desthilatê konsolîde bikin."    Înce diyar kir ku polîtîkayên şer bi taybetî li Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de tên meşandin û wiha got: “Li vir bûdçeyek mezin ji vê polîtîkaya şer û pîşesaziyê wê re tê veqetandin. Divê ev bê dîtin. Ji bo sosyalîstên li Tirkiyeyê eşkerekirina vê gelekî girîng e. Desthilat ku ew qas xizaniyê diafirîne, bi giranî tiştên ku ji kedkaran didize dide pîşesaziya şer û hêza xwe li vir bêtir dewlemend dike."   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Înce diyar kir ku polîtîkayên şer ên hikûmetê jî dibe sedema berberîbûnê û got: “Pir girîng e ku têkoşîna bindestan hevpar bibe û bi hev re têbikoşin. Em dikarin jiyaneke azad û wekhev bi piştgiriya ji bo têkoşîna gelê kurd a li hemberî statuya herêmê pêşî li êrişan bigirin." Harûn Turgan   DIJMINTAIYA LI HEMBERÎ KURDAN   Endamê Meclisa Partiyê ya SYKP'ê Harûn Turgan jî diyar kir ku polîtîkayên înkar û tunekirinê yên li dijî gelê kurd ji demên berê ve dewam dikin û got ku pêwîst e bi biryardariya parastina destkeftiyên gelê kurd re hevgirtina gel were misogerkirin. Turgan got: "Desthilat wekî berê, bi feraseta 'gefa ??li ser mayîna dewletê' jiyana xwe diparêze û bi vê ferasetê, bi avakirina tifaqa dij-kurd a di navbera xwe de dijberên li pişt xwe rêz dike û helwesta dewletên herêmê, DYA û Rûsya yên ji bo newindakirina Tirkiyeyê divê neyê paşguhkirin."    POLÎTÎKAYA ŞER Û FAŞÎZM   Turgan bal kişand ser rola PDK'ê ya di êrişan de û diyar kir ku PDK'ê bi helwesteke "hevkarî" tevdigere û berevajî vê tevgera azadiya kurd ji bo yekîtiya neteweyî têkoşînê dimeşîne. Turgan anî ziman ku parastina azadiya gelê kurd ji bo çîna karker û sosyalîstên tirk berpirsyariyeke esasî ye û got: “Kûrbûna polîtîkaya şer a li dijî kurdan wê bibe bingeha bingehîn a mayîndekirina faşîzmê. Weke demokrasiyê, têkoşîna aştiyê jî xwediyê aliyekî çînî yê zelal e. Yên ku mirin û jiyana wan wêran bû her tim feqîr û kedkar in."  Turgan got ku erka wan parastina aştiyê û eşkerekirina polîtîkayên şerxwaz e.