Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin 2024-08-02 09:44:54 MÊRSÎN - Şaxa ÎHD’a Mêrsînê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Behra Spî eşkere kir. Sekreterê komeleyê Bekir Sitki Keçecî wiha got: “Bijîşkên li raporên ji ATK’ê re tên şandin dinêrin, helwestên siyasî nîşan didin û li pêşiya tehliyekirina girtiyên nexweş digirin.”    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Mêrsînê û Herêma Akdenîzê eşkere kir. Rapor, bi nivîskî hate weşandin û binpêkirinên di mehên nîsan, gulan û hezîranê esas hatine girtin. Di raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T a Tarsusê, Girtîgeha Tîpa T-1 a Tarsusê, Girtîgeha Tîpa T-3 ya Tarsusê, Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê cih girtin.    Rapor, bi rêya faks û nameyên girtiyan şandin û agahiyên malbat û parêzeran dane hatiye amadekirin. Di raporê de bi taybet jî bal kişandin ser Girtîgeha Kampusa Tarsusê.    GIRTÎGEHA KAMPUSA TARSUSÊ   Di raporê de cih da hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Kampusa Tarsusê. Girtiyan da zanîn ku lêgerîna tazî zêde bûye, ji ber ku ava paqij nayê dayin ji hêla hîjyenê ve pirsgirêkan dijîn, tehliyeyên girtiyan bi keyfî tên astengkirin, di mijara xwegihandina pirtûk û materyalên çapkirî de pirsgirêkan dijîn, name û radyo tên astengkirin, girtiyên nexweş ên nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin nayên tedawîkirin. Her wiha hat gotin ku girtî di nava şert û mercên biçûkxistinê de tên ragirtin, rastî heqaretên xebatkarên girtîgehê tên û serdegirtinên bi şev zêde bûne.    20 GIRTIYÊN NEXWEŞIYÊN WAN GIRAN HENE    Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehê 20 girtiyên nexweşiya wan giran hene, muameleyeke li dijî mafên mirovan tê kirin û bi taybet jî mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.    PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ   Di raporê de têkildarî pirsgirêkên heyî ev çareserî hatin pêşniyarkirin:    “*Divê îdareya girtîgehê li gorî standartên neteweyî û navneteweyî tevbigere û mercên girtîgehê baş bike.    *Divê sererastkirinên li gorî Qeydên Mandela û standartên din ên navneteweyî bên kirin.    *Hewceye li girtîgehan venêrînên serbixwe bên kirin û li girtîgehan mercên tenduristî û xweyîbûnê bên başkirin.    *Hewceya sepana muayeneya destkelemçekirî û cezayên disiplînê bi dawî bibin, girtî bikarin mafên xwe yên civakî û agahîgirtinê bi kar bînin.    *Divê daxwaza girtiyan a sewqkirina girtîgehên nêzî malbatên wan were qebûlkirin û li dijî bûyerên întîharê tevdîr bên girtin.”    TEHILIYE TÊN ASTENGKIRIN   Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekir Sitki Keçecî têkildarî raporê axivî û got ku li tevahiya girtîgehan mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Keçecî, diyar kir ku bi taybet jî ji ber sepana lêgerîna tazî girtiyên jin ji mafê xwe yê muayeneyê mehrûm dimînin û wiha got: “Dema dibin nexweşxaneyê lêgerîna nava dev lê tê ferzkirin lewma bêyî tedawî bibin vedigerin. Xwarinê kêm didin. Ava germ a ji bo paqijiyê kêm didin û demekî kin didin. Birîna avê weke amûrekî zextê tê bikaranîn. Her wiha raporên dê ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) bên şandin, tên astengkirin. Heke rapor bên dayin jî îcar ji ber nêrîna siyasî ya bijîşk, di girtiyên ji sedî 80 astengdar an jî gurçikên wan ji sedî 84 naxebitin de jî rêje kêm tê nîşandan. Raporên nexweşxaneyan hev nagirin. Bi vê yekê pêşî li tehliyekirina girtiyên nexweş tê girtin.”    ‘NÊZIKATIYÊN NÎJADPEREST HENE’   Di berdewama axaftina xwe de Keçecî anî ziman ku pêwendiyên di navbera girtiyan de tên astengkirin, nameyên girtiyan nivîsandine nayên şandin, daxwazname jî nagihijin ber destê saziyên jê re hatine şandin. Keçecî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta nameyên ji komeleya me re tên şandin jî heke bi temînata îadeyê neyên şandin nayên dayin. Ev jî pereyeke zêde digire. Mijarên pirtûk, kovar û hwd. jî li gorî keyfa rêveberiya girtîgehê ye. Pirtûkên bi kurdî, kovar, helbest û hwd. bi tu awayî nayên dayin. Di heman demê de pirtûkên li gorî xwe weke qedexe dibînin jî bi îdiaya ‘fikaredar e’ nayên dayin. Nêzikatiyeke nîjadperest a bi vî rengî heye. Me rapora xwe ya sê mehan amade kir. Dema me ev rapor amade dikir, me xebata xwe li gel Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û TUAYDER’ê meşand. Em piştevaniyê didin hev. Em ê vê raporê ji Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê, Wezareta Dadê, Yekîneye Mafên Mirovan a Walîtiyê, Lijneya Şopandinê ya Girtîgehan, yekîneyên edlî, partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan re bişînin û ji bo tevdîrên pêwîst bên girtin dê wan agahdar bikin.”