Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn 2024-08-02 09:51:21 ENQERE - Lêçûnên Serokkomariyê yên 6 mehan, li gorî sala par ji sedî 177, lêçûnên Diyanetê jî ji sedî 137 zêde bûn.    Li gorî Rapora Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Pêkhatî û Bendewariyan a Serokatiya Stratejî û  Bûdçeyê ya Serokkomariyê, lêçênên 6 mehan ên Serokkomariyê li gorî sala par ji sedî 177, zêde bû û ji 2,1 mîlyar lîreyan derket 6,1 mîlyar lîreyan.    LÊÇÛNÊN DIYANETÊ ZÊDE BÛN   Di hemû lêçûnên bi ser bûdçeyê ketine de ji sedî 93,7 zêdebûn heye. Herwiha di lêçûnên Serokatiya Karûbarên Diyanetê de jî ji sedî 137 zêdebûn heye. Lêçûnên Diyanetê yên 6 mehan, li gorî sala par ji 19,6 mîlyaran, derket 46,7 mîlyar lîreyan.