Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin 2024-08-02 11:11:48   ENQERE- ‘Qanûna komkujiyê’ ya bi dengên AKP û MHP’ê di Meclisê de hatiye erêkirin, di Rojnemeya Fermî de hate weşandin û ket meriyetê.    Qanûna AKP’ê ji bo qetilkirina ajalên li kolanan a ji 17 madeyan pêk tê û bi navê Qanûna Derbarê Guherîna Qanûna Parastina Ajalan hatiye amadekirin, di 30’ê tîrmehê de di Lijneya Giştî ya Meclisê de hatibû qebûlkirin. Tevî hemû îtîrazên civakê, qanûna dihat pêşniyazkirin bi dengê AKP û MHP’ê hate qebûlkirin, û di rojnameya Fermî de hate weşandin.    BIRYAR KET MERIYETÊ   Bi ketina meriyetê ya qanûnê, bangên “qanûnê paş de vekişîne” hatin kirin. Tevî hemû bangawaziyan biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin duh bi şev û şûn ve ket meriyetê