Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî 2024-08-02 16:11:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobeta Aştiyê ya ÎHD’ê de bertek nîşanî jêkirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî û binçavkirinên ji ber gerandina govendê hatine kirin, hate dayîn.    Nobeta Edaletê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di her hefteya serê mehê de digire, dom kir. Çalakvanên Nobeta Edaletê, Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Komeleya Piştevanî û Lêkolînê ya 78’iyan û gelek kes tev li nobeta di şaxê avahiyê ÎHD’a Amedê de dom kiriye bûn.    Cigira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû anî ziman ku sepanên ku di rejîmekî demokrasiyê de nayên qebûlkirin, aştiya civakî û mafên bingehîn ên mirovahiyê hedef digirin tên sepandin. Mehmetoglû bertek nîşanî jêkirina nivîsên hişyariyê û bi kurdî û kesên ji ber govend gerandine hatine girtin da. Mehmetoglû diyar kir ku bi darê zorê guhdarkirina strana “Dimirim Tirkiyem’ bi helwestekî nijadperest e, dişibe işkenceya Girtîgeha Amedê ya di bin rêveberiya Esat Oktay ê di sala 1980’an.    BÊTEHEMULIYA LI HEMBER ‘ZIMANÊ KURDÎ’   Mehmetgolû axaftina xwe wiha domand: “Zimanê zikmakî û zimanê kurdî  bi rojane tê axaftin. Nayê qebûlkirin ku ev ziman di xebatên şaredariyan de werin astengkirin. Em van sepanên bi îradeya desthilatê tên pakanîn, wek pirsgirêkekî Tirkiyeyê dibînin a û em bawer dikin ku dê ev sepan neçaseriyê pirsgirêka kurd kurtir bike. Divê demildaset sepana qeyûm were terikandin, li hember xizmeta bi zimanê kurdî tê dayîn rêzdar were nêzîkbûn û gerandina govendan wek sûc neyê dîtin.    Piştî daxuyaniyê derbarê pirsgirêkên tên jiyîn û çareseriya pirsgirêkan hatin nîqaşkirin.