Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir 2024-08-02 16:28:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xizmên girtiyan a “Dawî li tecrîdê bînin” ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dane destpêkirin, di hefteya 15’an de berdewam kir.    Xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, ev 15 hefte ne tên gel hev. Çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” vê hefteyê li Edene, Mêrsîn û Wanê hate domandin.    WAN    Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛAY-DER) li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rêya Armûşê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Deng bidin girtîgehan” û “Tecrîdê bi dawî bikin” hatin hilgirtin. Çalakvanan di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Zulkuf Uçar, Mahmûd Dîndar û Sînan Çîftyurek, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên navend û navçeyên navendî, Meclisa Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan û gelek kes tev li çalakiyê bûn.   ‘HER SAL 100 GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DIDIN’   Rêveberê DBP’ê yê navçeya Tûşbayê Emîn Bagatur di çalakiyê de metna daxuyaniyê xwend. Bagatur, anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê hiqûqa neteweyî û navneteweyî tê binpêkirin. Bagatur, destnîşan kir ku gelek girtiyên siyasî bêyî hincetên hiqûqî bi demên dirêj di girtîgehê de tên ragirtin, mafên jiyan, tenduristî, werzîş, agahîgirtin, parêzer û malbatê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Bagatur, da zanîn ku divê girtiyên weke zarok, nexweş, astengdar û pîr demildest bên berdan û wiha berdewam kir: “Her sal zêdetirî 100 girtî û mehkûm di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin. Ji van mirinên li girtîgehên Tirkiyeyê hikûmeta AKP-MHP'ê berpirsyar e. Her yek ji van kuştineke siyasî ye.”   ‘AKP-MHP BI KODÊN SALÊN 90’Î NÊZ DIBIN’   Bagatur, bal kişand ser girtin û binçavkirinên ji ber “govendên kurdî” û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi kodên salên 90’î nêzî pirsgirêka kurd, zimanê kurdî û rastiya Kurdistanê dibe. Bagatur, destnîşan kir ku di meha dawî de zêdetirî 30 kes di çarçoveya êrişên li dijî gotin, govend û dirûşmên kurdî de şandin girtîgehê û wiha pê de çû: “Ev nêzîkatiya ku ciwanên kurd bi şert û mercên binçavkirinê yên derqanûnî, bi rêbazên îşkenceya nîjadperest krîmînalîze dike, zîhniyeta ku vî welatî winda kiriye ye. Ji ber ku sed sal in pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin, îro Tirkiye sed sal li paş dewletên din maye.”   574 SERLÊDAN HATINE KIRIN   Bi domdarî Bagatur bal kişand ser derhiqûqiya li Girava Îmraliyê û da zanîn ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi milyonan kes weke “nifteya çareseriyê” dibînin, berdewam dike. Bagatur, anî ziman ku herî dawî di 25’ê adara 2021’an de agahî ji Ocalan hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 25'ê adara 2021'an heta niha 397 jê parêzer û 177 jî malbat bi giştî 574 serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin. Lê hemû serlêdan yan bêbersiv hatine hiştin an jî bi hinceta ‘cezayê disiplînê’ hatine redkirin. Her wiha binpêkirina mafan a der barê birêz Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê jî didomin. Ji aliyê din ve gelek caran ji raya giştî re hat eşkerekirin ku cezayên giran ên muebbetê yên li Tirkiyeyê pergala binpêkirina mafên bingehîn e û ev pêkanîn bi tecrîdê girantir dibin.”   ‘ERKA XWE PÊK BÎNIN’   Bagatur, herî dawî jî ev bang li baro û saziyên demokratîk kir: “Berpirsiyarê vê pergala tecrîd û îşkenceyê ya ku berdewam dike, gelek sazî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî bi taybetî Wezareta Dadê ye. Em bang li hemû baroyan, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk bi taybet CPT’yê dikin ku li hemberî van polîtîkayên bêhiqûqî, derqanûnî û tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên meşandin, erka xwe pêk bînin.”   Çalakî, bi çepik û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.   EDENE   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî, Komeleya Piştevaniya b Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) jî li Edeneyê daxuyanî dan. Destûr nehat dayin ku beşdar biçin pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar. Çalakvanan li ser cadeya li hemberî avahiya AKP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de beşdaran pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin, pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Ji tecrîdê re na, aştî a niha” berz kirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr têkildarî mijarê daxuyanî xwend. Aydemîr, got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi awayekî derhiqûqî û keyfî tê domandin. Aydemîr, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Aydemî, xwest ku tecrîd tavilê were rakirin û ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane gav bên avêtin.    Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi çepik û dirûşman bi dawî bû.    MÊRSÎN   Li Mêrsînê destûr nehat dayin ku çalakvan biçin pêşiya avahiya AKP’ê ya bjar. Xizmên girtiyan û kesên pê re jî çalakiya rûniştinê li dar xistin û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" bertek nîşan dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Reşa Aşan li cihê hatibûn astengkirin daxuyanî da û da zanîn ku tecrîd welat ji hev parçe dike. Aşan, wiha dom kir: “Hewl didin kurdan ji hêla çandî û siyasî ve tesfiye bikin. Em dibêjin ku dê nekarin bi ser kevin. Rakirina tecrîdê dê li Tirkiyeyê rê li ber pêvajoyeke guftûgoyê ya nû veke. Divê muxalefet û îktîdar bi hev re ji bo rakirina tecrîdê bikeve nava hewldanan. Ji ber ku di dawiya dawî de dê her rûnin ser maseyê û ev pirsgirêk dê bi rêya muzakereyan çareser bibe. Di halê hazir de muxatab diyar in. Di sala 2013’an de çawa ku dewletê bi xwe li Îmraliyê mase ava kir û bi birêz Ocalan re muzakere kiribin, îro jî muxatab heman in. Polîtîkayên tecrîdê vî welatî ber bi nebaşiyê ve dibin. Divê dev jê were berdan. Bingeha guftûgo û çareseriyê li Tirkiye û Kurdistanê heye lê divê muxalefet û îktîdar îradeyekî raber bike. Divê ev îradeye tavilê bê nîşandan.”