Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin 2024-08-03 09:07:02   COLEMÊRG - Der barê 6 cerdevanan de ku tevî zext û gefan jî cihgirtina di êrişên li Herêma Kurdistana Federe de red kirin, doz hat vekirin.    Der barê 6 cerdevanan de ku cihgirtina di êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe de red kirin, doz hat vekirin. Li Colemêrgê, ji bo tev li êrişan bibin, beriya demekê ji cerdevanan re teblîxat hat şandin. Di teblîxatê de hat diyarkirin ku dê der barê kesên ku tev li operasyonê nebin de lêpirsîn bên vekirin û heya 400 hezar TL'yî jî cezayê pereyî bê birîn. 6 cerdevan tevî van gefan jî ciohgirtina di êrişan de red kirin.    Bi hinceta "bêîtiatî û esasnegirtina qanûna leşkeriyê", "muxalefetiya li hemberî qanûna leşkeriyê" û "pêkneanîna peywirê" der barê cerdevanan de doz hat vekirin. Di dema lêpirsînê de sedema tevlinebûna operasyonê ji cerdevanan hat pirsîn. Cerdevanan jî diyar kirin ku wan tenê ji bo parastina gundên xw eçek hilgirtine û ji ber vê wê beşdarî operasyonê nebin.    ‘EM NAXWAZIN BIMIRIN'   Cerdevanê ku em der barê mijarê de pê re axivîn û ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê diyarkirin, diyar kir ku piştî operasyon red kirin efserekî hevdîtin bi wan re kiriye û hewl daye wan qaneh bike. Cerdevan bal kişand ku piştî ku wan çûna operasyonê red kiriye efser çêr ji wan re kiriye û heqaret li wan kiriye û got: "Tevî hemû gefan jî me qebûl nekir ku em biçin operasyonê. Ji bo me bikujin me dibin operasyonê. Em naxwazin bimirin. Divê canê me ev qasî ne erzan be."    ÇEK JI WAN STENDIN     Cerdevan diyar kir ku piştî dozê çek ji wan hatine stendin û wiha got: "Qereqolê gazî me kir. Gelek caran gef li me xwarin û herî dawî doz hat vekirin. Biryar hat dayîn ku çekên me ji me bistînin. Axirê ji me stendin. Ji ber ku em neçûn operasyonê ev qasî tahde li me kirin. Me ji bo mirinê ev kar nekir. Û ji ber ku me kiriye jî em pir poşman in."      MA / Mazlûm Engîndenîz