Mexdûra Erdhejê Kaya: Bi raporên taybet edaletê dikirin 2024-08-03 13:03:59   ENQERE - Mexdûra erhejê Done Kaya di 14’emîn hefteya çalakiya xwe ya bi daxwaza darizandina adîlane de bertek nîşanî berdana mutehîdên ji ber dozên erdhejê tên darizandin da û wiha got: “Bi raporên şarezayan ên li gorî kesan edaletê dikirin.    Done Kaya di erdheja 6’ê sibata 2023’yan a navenda wê Mereş bû de ji malbata xwe ya li Antakyayê 4 kesan winda kir. Nobeta Edaletê ya Done Kaya bi daxwaza “darizandina adîlane” daye destpêkirin, di hefteya 14’emîn de ye. Kaya ya ji bo domandina çalakiya xwe hat Parka Kuguluyê. Hevserokê Partiya Jinûve Damzerandinê ya Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz û şandeya li gel serdana Kayayê kirin.    ‘ÇARENÛS NÎN E KOMKUJÎ YE’   Kaça di çalakiya xwe de diyar kir ku bi ser erdhejê ve 544 roj derbas bûne, hêj jî edalet nehatiye pêkanîn. Kaya bi bîr xist ku ew di erdhejê de wê ji malbata xwe 4 kesan winda kiriye û wiha got: “18 nehên derbasbûyî de hêj jî lêpirsîn veneguherî dozê. Tevî ku hemû pispor raporên xwe yên têkildarî erdhejê dane cihên hewce jî, ji ber tevdîrên nehatine girtin 54 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Lewma em dibêjin ev ne çarenûs e û em edalaetê dixwazin.”    ‘MUTEHÎT TÊN BERDAN’   Kaya da zanîn ku tenê venêrîna avahiyan û darizandina mutehîdan têrî nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi me tîrmehê ve dest bi berdana mutehîdan jî kirin. Bi raporên pisporan ên li gorî kesan, taybet tên amadkirin edaletê dikirin. Ev rapor rastiyê venabêjin.”    ‘BIBIN ŞOPDARÊN DOZÊN ERDHEJÊ’   Kaya destnîşan kir ku ji bo erdhêjên Stenbol û Dêrsimê ku tê payîn dê pêk werin, tu tevdîr nayên girtin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî erdheja 6’ê sibatê bi heman pileyê li welatên din de jî erdhej çêbûn û li çi welatan 53 mirov jiyana xwe ji dest nedan. AFAD û Kizilay di erdhejên 6’ê sibatê de nîn bû. Lewma heya edalet pêk tê, bibin şopdarê dozên erdhejê. Ji bo sibê nemirin, dozên erdhejê bişopînin.”