Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin 2024-08-03 15:43:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên êzîdî di salvegera Komkujiya Şengalê de xwestin ku ji berpirsyarên qirkirinê hesab were pirsîn.    Bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin, çalakî hatin lidarxistin û kesên jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn.    Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê têkildarî mijarê daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê û endamên Kongra Star li ber Komîngeha Şehîd Seqir û Ferhad a li Taxa Eşrefiyeyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komkujiya 10 sal berê li Şengalê hatiye kirin, komkujiya herî hovane ya sedsala 21’emîn bû.   Bi domdarî hat diyarkirin ku DAIŞ’iyan komkujî pêk anîn, jin revandin, li bazaran kirîn û firotin û tecawiz lê kirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Ev sûcên ku xaleke reş li eniya mirovahiyê ye şopeke xirab li dirûniya jinan hiştiye. Fedakariyên YPG, YPJ, gerîlayên HPG û YJA-Starê li pêşiya komkujiyên zêdetir girtin û zemîna avakirina YBŞ û YJŞ’ê ava kir. Weke jinên êzîdî em dixwazin ku ji bo berpirsên komkujiya li Şengalê lêpirsîneke navneteweyî were vekirin û hesap jê were pirsîn.”    Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.    SEROKKOMAR REŞÎD: DIVÊ SÛCDAR BÊN CEZAKIRIN   Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd jî têkildarî Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da. Letîf Reşîd got ku divê hewldanên ji bo eşkerekirina çarenûsa êzidyên hatine revandin werin lezkirin û ev tişt anî ziman: “Divê sucdarên jenosîdê werin dadgehkirin û cezayê xwe bistînin. Pêwîste ji bo vegera koçberên Şengalê, ewlekarî, aramî û dabînkirina hemû pêdawîstiyên jiyanî Şengalê, karên cidî bên kirin.”   PEYAMA SUDANΠ   Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî jî têkildarî komkujiyê li ser hesaba xwe ya fermî ya X’ê peyamek parve kir. Sûdanî di peyama xwe de wiha got: “Hikûmeta me ji bo parastina mafên hemû kesên ku ji terorê zirar dîtine xebatên xwe didomîne. Em jî rêzikên xwe yên qanûnî diparêzin da ku parastina adil ji mexdûran re misoger bikin û ji nû ve avakirina deveran berdewam bikin. Ji bo êzidiyên ku neçar mane koç bikin û vegerin warên xwe xebatên me didomin. Hêzên me yên ewlehiyê ji bo tunekirina bermayên terorîstan xebatên xwe didomînin.”   KOMÎTEYA JI BO CÎBICÎKIRINA ‘QANÛNA ÊZIDIYAN’ HAT AVAKIRIN    Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwekîlê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelavî jî got ku ji bo cîbicîkirina “Qanûna Êzidiyan” komîteyeke tayber avakirine û wiha got: “Qanûna Êzidiyan ne tenê ji bo êzidiyan, tevahiya tirkm, xiristiyan û şebekan digire nav xwe.    JIYAN SEKINÎ   Di serî de li Şengalê, li gelek bajarên Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê gel derket kolanan û ji bo qurbaniyên komkujiyê deqeyek rêz girt.