Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar 2024-08-03 21:18:48 EDENE - Rêxistina Bajarê Edeneyê ya DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî tayinkirina qeyûm da û banga têkoşîna hevpar kir.   Rêxistina Bajarê Edeneyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) li Parka Heykellî hatin cem hev û tayînkirina qeyûman  a ji bo şaredariyên Kurdistanê şermezar kirin. Polîsan girseya ku xwest daxuyaniyê bide dorpêç kirin.   Girseyê pankartên "Şaredarî yên gelan e, em destûrê nadin desteserkirinê", "Qeyûm derbe ne" û "Şaredarî ya me ye, em destûrê nadin desteserkirinê" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Colemêrg a me ye. Şaredarî ya me ye", "Em ê xwedî derkevin, em ê bimînin", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.   Di çalakiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemir axivî û diyar kir ku hikûmet sûcên li dijî îradeya gel didomîne û destnîşan kir ku hikûmet bi salane di şexsê gelê Kurd de îradeya gel ji nedîtî ve hatiye. Seyfettin diyar kir ku desteserkirina vîna gel nayê qebûlkirin û got: "Ya ku hatiye desteserkirin di rastiyê de demokrasî ye, ev desteserkirin darbeyek li daxwazên aştî û demokrasiyê yên gelên Tirkiyeyê ye. Dema mijar dibe DEM Partî bi awayekî bêşerm guh nade îradeya hilbijêran. Me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin.”   BANGA TÊKOŞÎNÊ   Aydemîr bang li hemû pêkhateyan kir ku li dijî desteserkirina îradeyê têbikoşin û got: "Em bang li hêzên siyasî dikin ku demildest dest ji vê destwerdanê berdin û îradeya gelê Colemêrgê vegerînin û her kesên xwedî li nirxên demokrasiyê derkevin, li dijî vê yekê derkevin. Ev destwerdana hêzên siyasî ye."   Piştî daxuyaniyê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û stranên berxwedanê gotin. Girseyê bi çepik û dirûşmeyan çalakî bi dawî kir.