Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan 2024-08-04 09:11:18   MÊRSÎN - Girtiyê bi navê Yildirim Demîr tevî nexweşiyên weke prostat, xwîna ji mîdeyê wî tê û nedîtinê jî nayê berdan. Keça Demîr, Rojgul Ozdemîr xwest ku bavê wê yê hefteyê sê caran rakirin nexweşxaneyê were berdan.    Pirsgirêkên girtiyên nexweş berdewam in. Yek ji girtiyên tevî nexweşiyên xwe nayê berdan jî Yildirim Demîr ê 61 salî ye. Demîr, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê tê ragirtin. Demîr, di 28’ê îlona 1996’an de li Mêrsînê hate girtin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Demîr, 28 sal in girtî ye û nexweşê prostatê ye. Her wiha Demîr baş nabîne û gelek caran xwîn ji mîdeyê wî tê.    DI HEFTEYEKÊ DE 3 CARAN BIRIN BEŞA LEZGÎN    Keça Demîr, Rojgul Ozdemîr bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên bavê xwe û wiha got: “Rûviyên wî bipirsgirêk in. Bi vîrikan dikeve, vedireşe, prostata wî heye, xwin ji mîdeyê wî tê û pirsgirêkên wî yên cidî yên pişikê hene. Çavekî wî ji sedî 90 nabîne û yê din jî ji sedî 40. Nikare ji xizmetên pêwîst ên tenduristiyê sûd bigire û dermanên wî nayên dayin. Bi keyfî sewqên wî yên ji bo nexweşxaneyê tên astengkirin. Di nava hefteya dawî de 3 caran birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Lê dîsa jî nekarîne xwîna bavê min bidin sekinandin. Tevî vê jî sewqî beşa dahîliyeyê ya pêwîst nehatiye kirin.”    Ozdemîr, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din û ev tişt anî ziman: “Heke em malbatên girtiyan dengê xwe bilind bikin, dê bikarin rê li ber mudaxileyên keyfî bigirin. Ev tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan, li me tevan tê ferzkirin.”    ‘DEMA BERTEK KÊM BIN TECRÎD GIRAN DIBE’    Kurê Demîr, Mehmet Demîr jî got ku girtî di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn. Demîr, axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş ne ji rewşa giştî cuda ye. Girêdana xwe bi polîtîkaya tecrîdê heye. Dema bertekên me kêm bin, tecrîd jî girantir dibe. Giranbûna tecrîdê tê wateya êrişa li dijî girtiyan, ziman, çanda û hemû nirxên me yên civakî. Lewma divê raya giştî bihestiyar tevbigere. Ne tenê ya bavê min, astengkirina tedawiya hemû girtiyên nexweş polîtîkaya dewletê ye. Banga min j bo hemû rêxistinên civaka sivîl ew e ku li dijî tecrîd, derhiqûqtî û bêedaletiyê, xwedî li girtiyan derkevin.”