Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike 2024-08-05 09:01:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Engîn Yurtsever diyar kir ku Tirkiye hewl dide cihên hatine valakirin dagir bike û wiha got: “Rojhilata Navîn di nava şerekî de ye û dê gelek sînor biguherin. Tirkiye dixwaze sînorên xwe berfireh bike. Lê ew hêza wê nîne.”    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê, li çoltarê navçeya Amediyeyê ya Dihokê zêde bûne. Dewleta tirk, bi hevkariya PDK’ê li herêmê baregehên leşkerî yên nû û noqteyên kontrolê ava dike. Her wiha gelek carn sewqiyatên leşkerî dike. Rojnameger-nivîskar Engîn Yurtsever têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.    Yurtsever, diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ya ji êrişan Mûsil û Kerkûk in lê ev plan sed sal berê nekaribûn bikevin meriyetê. Yurtsever, diyar anî ziman ku biryara “Osmaniya nû” ya îktîdarê, hewldana avakirina zemîna vê planê ye. Yurtsever, wiha domand: “Ji bo êrişên li dijî Qendîl û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ewil herêma Behdînanê hedef digirin. Tevî bikaranîna çekên kîmyewî û hemû cureyên çekên tekonolojîk jî nekarîn li hemberî berxwedanê pêş bikevin. Nikarin ji bejahî ve pêş bikevin û em dibînin ku ji hewayî ve jî bi rehetî nikarin tevbigerin.”    'DIXWAZIN DEMOGRAFIYÊ BIGUHERÎNIN’    Di berdewamê de Yurtsever anî ziman ku Tirkiye komên paramîlîter ên li Sûriyeyê vediguhêze herêmê û wiha pê de çû: “Gelek caran cilên leşkerên xwe li van çeteyan dikin û kamufle dikin. Bi anîna milîtanên rêxistinên cîhadparêz û malbatên wan re dixwazin demografyaya Kurdistanê biguherînin. Bi vê yekê re dê devera weke Kurdistan tê pênasekirin ji eslê xwe bê qutkirin.”    Yurtsever, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin cihên hatine valakirin îlheq bikin û rêveberiyeke sivîl lê ava bikin. Heke ev nebû jî dixwazin weke baregehên leşkerî bi kar bînin. Li gorî wan dê sînor û rêveberiyên Rojhilata Navîn biguherin û hedefa wan jî ev e. Ji ber ku Rojhilata Navîn di nava şer de ye û dê sînorên gelek welatan û rêveberiyên wan biguherin. Dewleta tirk jî dixwaze ji vê sûd bigire û xaka xwe berfireh bike. Lê ew hêza wê nîne.”    ‘PDK DI ÊRIŞAN DE ROL DILÎZE’   Bi domdarî Yurtsever got ku hikûmeta Iraqê bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrişan re tu micidbûna xwe nemaye û wiha derbirî: “Cihên di bin rêveberiya PDK’ê de gav bi gav ji dest diçin. Yên li ber xwe didin jî tevgera azadiyê ye. Lê yên pêvajoya ber bi teslîmbûnê ve dibin PDK ye. Mimkin nîne ev êriş bêyî erêkirina Iraq û PDK’ê bên kirin. Hem di mijara vakirina baregehên leşkerî, hem di valakirina gundan û hem jî di mijara alîkariyê de di şer de cih digire.”    'KURD LI BER XWE DIDIN’   Yurtsever, bal kişand ser şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û axaftina xwe wiha qedand: “Ev pêvajoya nû, bi Bihara Ereban re dest pê kir. Niha ber bi dawiya pêvajoyê ve diçin. Weke hedef Îran derdikeve pêş lê li ser rê Lubnan, Sûriye û Iraq hene. Dewleta tirk jî vê rewşê dibîne lewma dixwaze bi avakirina rewşeke defacto re Mîsak-i Mîlliyê dîsa zindî bike. Lê rastiya niha û ya sed sal berê ne wekî hev e. Dewleta tirk dikariya li ser bingeheke demokratîk bi kurdan re lihev bikira û ji vê rewşê rizgar bûbûya. Dikariyan bi mafên destûra bingehîn, bi perwerdeya zimanê dayikê, xweserbûna rêveberiyên herêmî, azadiya girtiyên siyasî û bi îadekirina hinek mafên sereke gav biavêtina lê nekirin. Li şûna axaftinê, şer tercîh kirin. Lê di dawiya dawî de dê neçar bimînin ku dîsa biaxivin. Kurd, hem ji hêla siyasî hem jî leşkerî ve li ber xwe didin û winda nakin.”    MA / Delal Akyuz