Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin 2024-08-05 13:54:50   MÊRSÎN - Ziya Ecer ê li Mêrsînê bi rêbaza îşkenceyê hevjîna xwe Pinar Bayrak qetil kiribû, hate girtin.    Li Mêrsînê Ziya Ecer hevjîna xwe Pinar Bayrak kuştibû. Piştî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û Ecer hatibû binçavkirin. Piştî karûbarên binçavkirinê ew derxistin birin Edliyeya Mêrsînê. Dozger û dadger der barê Ecer de biryara girtinê dan û ew şandin girtîgehê.