Cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan hatin kirin 2024-08-05 15:12:58   SÊRT - Cenazeyên endamên YJA-Starê Semra Ayverdî û Bişeng Durmuş û endamê HPG’ê Seyîthan Sencer ên li Çiyayê Herekolê di şer û bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatên wan hatin kirin.    Li Çiyayê Herekolê yê bi ser navçeya Berwarî ya Sêrtê ve 25’ê tîrmehê di navbera HPG’ê û leşkerên tirk de şer qewimîbû. Di encama şer û bombebarana hat kirin de endamên YJA-Starê Semra Ayverdî û Bişeng Durmuş û endamên HPG’ê Seyîthan Sencer jiyana xwe ji dest dabûn. Cenaze li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê dihatin rawestandin û karûbarên teşhîsa cenazeyan bi dawî bûn. Malbatan nimûneya xwînê da û encama DNA’yê ya cenazeyan û malbatan li hev hat. Cenaze radestî malbatan hatin kirin.    Hat zanîn ku cenazeyê Ayverdî dê li navçeya Bismila Amedê, cenazeyê Bişend Durmuş li navçeya Silopiya Şirnexê û cenazeyê Seyîthan Sencer dê li Wanê bên veşartin.