Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin 2024-08-06 16:51:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê îşkence li 2 zarokan kir û welatiyek revandin.    Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê da zanîn ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li gundê Gawenda û Şingêlê yên navçeya Raco ya Efrînê, îşkence li zarokê 16 salî Rênas O. û Xelîl O. yê 17 salî kirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; komên paramîlîter hewl dan pereyên zarokan xesp bikin û piştî îşkenceyeke giran berdane.   Di heman demê de hat ragihandin ku welatiyê bi navê Xelîl Ebdo Cimo (41) jî duh li gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê hate revandin.