Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin 2024-08-06 21:12:21   OSMANIYE - Li Osmaniyeyê 5 kes bi hinceta di dawetê de li ber muzîka kurdî govend gerandine hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, Hîvda Kahraman hat girtin.   Îro danê sibehê 5 kes bi hinceta di dawetê de govend gerandine li Osmaniyeyê hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan de Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Navçeya Navendî ya Osmaniyeyê Sevgî Aydin û Faruk Kahraman û rêveberê wê Hakan Kahraman, Murat Kahraman û Hîvda Kahraman hatin binçavkirin. Karûbarên îfadeyê yên Sevgî Aydin, Faruk Kahraman, Hakan Kahraman û Murad Kahraman li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Osmanyayê berdewam dike. Hîvda Kahraman a ku îfadeya wê hat girtin sewqî Edliyeya Osmaniyeyê hate kirin.   Hîvda Kahraman a ku sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Osmaniyeyê hat kirin, bi hinceta li ber muzîka kurdî desmala bi rengên kesk-sor û zer rakiriye bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hate girtin.