Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin 2024-08-07 09:05:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna zêde welatiyên li bajarên Qers, Sakarya, Edene, Duzce, Sînop, Zonguldak û Trabzonê hişyar kir.  Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya rewşa hewayî ya 7’ê tebaxê parve kir. Di raporê de hat gotin ku li bajarên Qers, Sakarya, Edene, Duzce, Sînop, Zonguldak û Trabzonê baraneke zêde bibare û dê brûsk hebin. Hat texmînkirin ku pileya germahiyê ya li hinek herêman ji 2 heta 4 pileyan bi ser germahiya asayî ya demsalê re bin.