Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt 2024-08-07 09:26:17 AGIRÎ - Li Agiriyê endamên Egîtîm-Sen ku mafê rêveberiyê bi dest xistin, ji ber walî "guncav" nedît rêveber nehat tayinkirin. Serokê Şaxa Egîtîm-Senê Îlhan Levent got: "Dixwazin çanda sertewandinê pêş ve bibin."  Hat zanîn ku li Agiriyê endamên sendîkaya Egîtîm Senê yên di azmûnan de pûanekî zêde girtine nehatine tayinkirin. Li bajêr ji bo tayinkirina rêveberan 12 kontejan hatin veqetandin. Ji endamên Egîtîm Senê 4 perwerdekar, di azmûnan de pûanekî zêde girtin û mafê rêveberiyê bi dest xistin. Lê belê her 4 rêveber nehatin tayinkirin. Ji sendîkayên din 8 kes hatin tayinkirin û 4 kontejan jî vala man. Piştî vê Egîtîm Senê serî li Wezareta Perwerdehiyê da.    Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Agiriyê Îlhan Levent, got ku wezaretê gotiye "me lîsteyê li gor pûanan rêz kiriye û şandiye walîtiyê." Levent wiha domand: "Walî jî 'ez lîsteya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî qebûl nakim' û ser hin navan xêz kiriye. Walîtiyê jî diyar kir ku ya hatiye kirin bêhiqûqîtî ye û kî bi ser ketibe divê mafên wan bê dayîn. Têkildarî mijarê me xwest em hevdîtinê bi walîtiyê re çêbikin, lê heya niha li me vengeriyane. Di ser Serokatiya Giştî ya Egîtîm Senê re hevdîtineke bi rêya telefonê bi walîtiyê re çêbû. Walî jî gotiye, 'Min wiha guncav dîtiye, ger heqekî we hebe di warê hiqûqî de hûn ê bistînin'."   Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Agiriyê Îlhan Levent   Levent destnîşan kir ku tiştên qewimîne rêveçûna dibistanê asteng dikin û got: "Wê meha bê dibistan bên vekirin û divê amadekarî bên kirin. Lê sekte li vê dikeve. Wê li cihê ku hevalên me qezenc kirine hin kesên din wezîfedar bikin. Me tu carî serî netewandiye. Me tim perwerdehiyeke laîk, demokratîk, wekhev û perwerdehiya bi zimanê dayikê parastiye. Naxwazin sendîkayeke wiha têkoşer hebe. Tim sendîkayên serê xwe ditewînin dixwazin. Dixwazin çanda sertewandinê pêşve bibin."    MA / Mehmet Guleş