Hevserokê Giştî yê OHD'ê Çakmak: Sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e 2024-08-07 09:44:19 STENBOL - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe di warê hiqûqî de nayên qebûlkirin û got ku sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi alîkariya PDK'ê yên li ser Herêma Kurdistana Federe didomin. Êrişên li herêmên Zap, Xakurkê, Avaşîn û Metînayê di meha Tîrmehê de hatin berfirehkirin. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, li ser êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê axivî.   Çakmak bi bîr xist ku hikûmeta navendî ya Iraqê di demên borî de hin daxuyanî dabûn û gotibûn ku êrişên Tirkiyeyê neqanûnî ne û wiha got: “Lê belê Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe di vê mijarê de tu pirsgirêkeke hiqûqî neanî zimên. Bi temamî bi Tirkiyeyê re hvakariyê dike. Pêwîst e Hikûmeta Iraqê ji bo rawestandina kiryarên neqanûnî însiyatîfan bigire. Em difikirin ku divê dewlet berpirsiyariyên pêwîst bi cih bînin da ku mirov nemirin. Li vir pirsgirêkek sed salî heye. Bi rastî, ya ku divê em li ber çavan bigirin, hêla wê ya qanûnî ye. Ji aliyê hiqûqî ve, dewletek sînorên dewleteke din derbas bike û mekanîzmayên xwe yên navxweyî li wir bigire û hewl bide li wir bi cih bibe û guh nede sepanên herêmî û qanûnî yên wê dewletê, ew li bara hiqûqa navneteweyî jî pirsgirêkek cidî ye."    Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak    ‘PDK DITIRSE KU PERGALA FEDERAL BELA BIBE'   Çakmak bi bîr xist ku Tirkiye bi hevkariya PDK'ê êrişên xwe yên li herêmê pêk tîne û got ku ev helwesta PDK'ê li gel têkiliyên sermayeyê ew e ku bide der tekane hêza kurdan ew e. Çakmak got: “Bi sedsalan e ku gel di dawetên xwe yên li van axan de di çarçoveya ayînên xwe de govendê digerînin, lê hatiye wê astê ku ev govend nayê gerandin. Ev hemû jî bi neçareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ne. Îro yekane sedema ku PDK bi Tirkiyeyê re hevkariyê bike ew e ku li ser navê kurdan bibe yekane hêz. PDK ji parçebûna pêkhateyên eşîrî û feodal ditirse. Lewma bi bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike."    ‘NEÇARESERKIRINA MESELEYA KURD'   Çakmak anî ziman ku Tirkiye bi van êrişan dixwaze pirsgirêka kurd mehkûm bike û got: "Eger îro li Tirkiyeyê gavên demokratîkbûnê bihatana avêtin, wê tecrîda li Îmraliyê bihata bidawîkirin û di navbera dewlet û rêxistinê de yan jî di navbera dewletê û Îmraliyê de muzakere bihata kirin, wê pêvajoyeke çareseriyê dîsa dest pê bikira. Wê neketana sînorên welatekî din. Armanca sereke ya desthılatê ew e ku bi neçareserkirina meseleya kurd re desthlata xwe bidomîne. Îro di vê astmosfera enflasyonê de feqîr û xizan berdêla didin. Dema mirov li welatê xwe têkevin etra debarê, kes lê mêze nake ku Tirkiye li welatekî din GBT'ê dike yan na. Îro armanca sereke ya mirovan aramî ye."