Hêzên bi ser Şamê ve êrişî Dêrazorê kirin: 2 kes hatin kuştin 2024-08-07 09:47:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa hêzên hikumeta Şamê ya li dijî rojhilatê Dêrazorê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 7 kes birîndar bûn.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişa hêzên hikumeta Şamê ya li dijî rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de HSD'ê de ev agahî hatin parvekirin: "Hemwextî topbarankirinê, komên hêzên rejîmê û Dîfa Watanî duh êvarê êriş beravên çemê Firatê yên rojhilatê Dêrazorê kirin. Di encamê de şerên dijwar di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Meclisa Leşkerî ya Hecînê û komên êrişker de li dora gundê Zîban, El Latwa û Ebû Hemam derketin."   Navendê aşkera kir ku di topbaranê de li gundê Zîban û El Latwa 2 sivîl şehîd bûn û 5 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha li bajarê Şihîl jî 2 sivîl birîndar bûn.   Li gorî navendê HSD'ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan daye û xebatên lêgerînê li herêmê berdewam in.