Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin 2024-08-07 13:08:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di şerê li Herêma Kurdistanê de leşkerê binefser Habîp Alp jiyana xwe ji dest daye.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên bi ser başûrê Kurdistanê ve pêk tên, berdewam dikin. Tê ragihandin ku di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şerên dijwar diqewimin. Hat diyarkirin ku di şerê navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de çawişê binefser ê piyadeyî Habîp Alp hatiye kuştin.    Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û diyar kir ku di 7’ê tebaxê de çawişê binefser ê piyadeyî Habîp Mûrat Alp di gulebarana hatiye kirin de jiyana xwe ji dest daye.