Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya 2024-08-07 16:51:06 ÊLIH - Şaxa ÎHD’a Êlihê destnîşan kir ku li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê lêgerîna tazî, jimartina ser piya, di hevdtîtina malbat û telefonê de sepana tekmîlê ferz dikin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê ên hatine jiyîn daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiyê şaxa ÎHD’ê hate dayîn û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Prz. Eren Keskîn, endam û rêveberên şaxên ÎHD’a Amed û Êlihê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Êlihê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em di girtîgehan de ne mirinê lê jiyanê diparêzin, bila girtiyên nexweş werin berdan, dimirin bêdeng nemîne” hate vekirin. Metna daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’â Êlihê Rumeysa Denîz Kaya xwend.   Kaya destnîşan kir ku tevî li gorî Destûra Bingehî û hiqûqa navneteweyî ya Tirkiye jî girêdayî ye, “îşkence” qedexe ye lê belê hêj li di hêla binpêkirina mafan de, Tirkiye di sala 2024’an de, di serî de cih digire.    LÊGERÎNA TAZÎ   Kaya destnîşan kir ku her ku diçe, her sal serlêdanên li ÎHD’ê tên kirin, zêdetir dibin û wiha got: “Em çavdêrî dikin ku îşkence bi rûyê xwe yê guhertiye, sînor û mekanan nas nake û bi şêwazên nû dikeve nav jiyana mirovan. Legerîna tazî û muamileya xirab mehrûmiyeta kesane binpê dike, nirxên moralê, nasnameya civakî hedef digire, zirarê dide derûniyê, digihije tundiya cinsî û tê sepandin. Dema em li gorî serlêdanên li komeleya me tên kirin dabeş dikin; piraniya van di mafê tenduristiyê, ferzkirina lêgerîna tazî, astengkirina bardanê, astengkirina mafên civakî, muamileya xirab û îşkence, cihêkarî, binpêkirina mafê darizandina adîlane, aborî, mafên civakî, ragihandin û mafê agahîstendinê de piranî tên dîtin.”    TIŞTÊN DI HEVDÎTINAN DE HATINE GOTIN   Kaya anî ziman ku serlêdanên ji Girtîgeha Tîma M ya Êlihê hatine kirin de lêgerîna tazî, xestpkirina mafê ragihandinê û di gelek mijarên din de binpêkirinên cidî hene û wiha pê de çû: “Girtî di hevdîtinên kirine de anîne ziman ku dema wan dixin girtîgehê û derdixin lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin, li ser piyan tên jimartin, li ser piya sepana tekmîlê tê meşandin, nameyên ew bi kurdî dinivîsin nayên şandin, nameyên ji girtiyan re tên, tên reşkirin, caran jî qet nayê dayîn, dema di hundir û derve name tên, tên destesekirin, di mafê hevdîtina heftane û telefonê de tekmîlê ferz dikin, pirsgirêka avê û ava paqij tê jiyîn, wekî din bi tu awayî alavên paqijiyê nayê dayîn.”    Kaya têkildarî pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn 12 pêşniyar û daxwazên xwe parve kirin.    KESKÎN BI DAYIKÊN GIRTÎ RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî diyar kir ku ew di girtîgehê de bi dayikên girtî re hevdîtinê pêk aniye û wiha axivî: “Dema me û parêzeran hevdînê pêk anî gartiyan li ber serê me disekinîn û ev yek jî nedihişt xwe bi awayekî rehet bînin ziman.”   Keskîn da zanîn ku wan bi dayikên li Bilêxşaya navçeya Kercewsa Êlihê piştî operasyonê hatine binçavkirin re jî hevdîtinê pêk anîne û wiha pê de çû: “Lêgerîna tazî li her sê dayikan ferz kirine. Wan tazî kirine, cilên wan di makînayê de hatine hiştin, bi ser cilên wan lêkolîn kirine. Eynî wiha gotin, ‘Em gelek xemgîn bûn, me gelek şerm kir, em gelek giriyan.’ Bi vî temenê xwe ve van sepanan bi ser dayikan didin meşandin. Ev yek nayê fêmkirin. Di tu pergalên hiqûqê de tiştekî wiha nîn e. Ev yek hem derveyî hiqûqa li Tirkiyeyê ye hem jî derveyî hiqûqa jortirîn digire ya navneteweyî ye.”