Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket 2024-08-07 16:55:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe li gundê Guherzê yê bi ser Dihokê ve barandin û piştre agir bi dar û deviyan ket.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; çavkaniyên xwecihî ragihandine ku derdora saet 15.00’an balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe li gundê Guherzê yê bi ser navçeya Amêdiye ya Dihokê ve barandin e.    Hat diyarkirin ku piştî bombebaranê agir bi dar û deviyên li herêmê ketiye û her ku diçe şewat belav dibe.   Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku şewat tenê 500 metre ji malan dûr e. Ji ber bombebaranê gundî newêrin biçin malên xwe.-