Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin 2024-08-08 09:00:38 ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Osman Çaglar ê li Girtîgeha Panosê di hûcreyê de tê ragirtin, tevî nexweşiyên wî yên dil û îdrarê hene jî nayê dermankirin. Dayika wî Hatîce Çaglar, diyar kir ku kurê wê ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin nexweş ketiye û xwest tedawiya kurê wê bê kirin.   Osman Çaglar ê ku di sala 2010'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat girtin, bi îdiaya "Xerakirina yekîtiya dewletê û li dijî 14 polîsan teşebusa kuştinê kiriye” 2 caran cezayê muebeda girankirî lê hatiyê birîn. Çaglar piştî tê girtin li girtîgehên Mêrdînê, Îzmîr, Şirnex û Wanê tê ragirtin, di sala 2020’an de sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê hat kirin. Çaglar ê ku di Girtîgeha Panosê de li hucreyê tê ragirtin, tevî nexweşiyên wî yên dil û îdrarê hene jî nayê dermankirin.     Dayika Çaglar, Hatîce Çaglar a li navçeya Hezexê ya bi ser Şirnexê ve dijî, diyar kir ku nexweşiyên kurê wê di girtîgehê de her ku diçe girantir dibin û xwest tedawiya kurê wê bê kirin.    'JI BER ÎŞKENCEYÊ NEDIHAT NASKIRIN'   Hatîce Çaglar anî ziman ku kurê wê di 20 saliya xwe de hatiye binçavkirin û girtin. Çaglar bi lêv kir ku kurê wê di binçavan de bi rojan bi îşkenceyê re rû bi rû maye û wiha got: "Li Cizîrê teqînek pêk hat. Di wê teqînê de kurxalê wî jiyana xwe ji dest da. Kurê min ê ku roja teqînê li Cizîrê bû, piştî teqînê çû cihê bûyerê. Pişt re hat binçavkirin. Beriya bûyerê kurê min li min geriya. Ew ê bihata malê. Em bi rojan li kurê min geriyan. Me nizanibû ku hatiye binçavkirin. Piştre em hîn bûn ku wî xistine îşkenceyê. Ji ber îşkenceyê nedihat naskirin. Çavekî wî tije xwîn bûbû. Serê wî werimî bû. Ew di rewşeke pir xerab de bû. Piştre hat girtin. Piştî du salan li Girtîgeha Mêrdînê ma, şandin Îzmîrê. Ji ber ku dûr bû em nikarîbûn biçin wî bibînin. Di encama serlêdanan de ew sewqî girtîgeha Şirnexê kirin. Piştî ku 2 salan li Girtîgeha Şirnexê ma, sewqî Girtîgeha Wanê hat kirin. Ji wir birin Girtîgeha Panosê. Ev 2 sal in jî li girtîgeha Panosê di hûcreyê de tê ragirtin."    ‘AVÊ NADINÊ’    Çaglar diyar kir ku herî dawî di Cejna Qurbanê de serdana kurê xwe kiriye û ev tişt got: “Kurê min tevî nexweşiyên xwe jî nayê dermankirin. Nexweşiya wî ya dil heye. Ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin nexweşiya îdrarê lê peyda bûye. Beriya girtîgehê tu nexweşiyên wî tune bûn. Di girtîgehê de nexweş ket. Ne ava vexwarinê ya paqij û ne jî ava ku mirov serê xwe pê bişo tune ye. Ava wan qirêj e. Ava vexwerinê ji derva dikire. Ji ber ava şêlo nikarê serê xwe jî bişo."   'EM NIKARIN EWQAS DÛR BIÇIN'   Çaglar bal kişand ser dûrbûna rê û got ku ew di vê rewşa xwe ya nexweş de di çûn û hatinê de zehmetiyan dikişînin. Çaglar axaftina xwe wiha domand: "Ji bo çûyînê 6 saet û ji bo hatinê jî 6 saet bi tevahî 12 saetên me di rê de derbas dibin.  Ez 4 caran emeliyat bûm e. Her ku ez diçim û vedigerim, ez nexweş dikevim. Em pîr û nexweş in, em nikarin ewqas dûr biçin. Ji bo sewqî girtîgeheke nêzîktir bikin me gelek caran serlêdan kir, lê serlêdanên me bêbersiv man. Ji me re gelek zahmetiyan derdixînin. Hevdîtin jî pir zû diqede."    'EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME BIMIRIN’    Çaglar destnîşan kir ku kurê ji ber nayê dermankirin nexweşiyên wî roj bi roj girantir dibin û ev daxwaz kir:" Heke neyê dermankirin belkî rojekê xebera mirina wî ji me re bê. Jixwe li wir bikujin jî haya kesî jê çênabe. Daxwaza me ew e ku kurê min bê berdan û em li derva tedawiya wî bikin. Daxwaza me ew e ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin cenazeyên wan ji girtîgehan derbikevin."   MA / Mahmut Altintaş